PYD girtiyên DAIŞ û hikûmetê berdide, lê serkirdeyên me azad nake

Brahîm Biro PYDê gelek zindaniyên DAIŞê û hikûmeta Sûriyê azad kirin, lê 30 serkirde û endamên me hêja bernedane.Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “PYDê li Minbicê çekdarên DAIŞê yên ku girtibûn  berda. Herweha çekdarên hikûmetê yên ku li Hesekê girtibûn berdan.”Biro berdewamiya axavtina xwe de got: “PYDê gelek serkirde û endamên me girtine hêja girtina endam û çalakvanên me ji aliyê PYDê ve berdewam e. Heta vê gavê 5 berpirsên me û 25 endamên me di destê PYDê de girtîne û di zînanên wan de ne. Lê PYD wan azad nake.

Nerîna min :