Civak

Li Batmanê 4 kes bi guman hatin kuştin

Li gundek yê Batmanê li devera Rema, di encama  teqîna mayinêkî 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Şevîdin di rêya gund de mayinek di bin otomobilek sivîl de teqiya û di encama teqînê de,Muxtarê gund û serokê komeleya mafê mirova yê Batmanê yê kevin  Sadî Ozdemir(47), birayê wî Salih Ozdemir(55) ku berê endamê BDP-ê bû, birayê wan ku li Almanya dimîne Sofi Ozdemir(45) û serokê Baroya Batmanê yê berê Sedat Ozevin(48) jiyana xwe ji dest dan.

Nêzikî gund li gora tê gotink u hinekan êrîş birin li ser bîrek ya petrolê û agir berdan bîra petrolê. Dema li gund agirê şewatê hate dîtin ev kesên jiyana ji dest dayîn li otomobilekî suwar bûn û berê xwe dan cihê ku agir pê ketî. Di rê de mayinek çandî di bin otomobila wan de teqiya û wan jiyana xwe ji dest da.
Tê gutink u kuştina van kesan tiçtek plankirî bû. Di vê derbarê de lêpirsîn têne kirin.

Back to top button