Civak

Li Başûr bi rêjeya 94%ê dengdana taybet bidawî hat

Li Başûrê Kurdistanê, îro, pirosesa dengdana taybet ji bo hêzên pêşmerge, polîs û asayîşê det pê kir û bi rêjeyeke bilind beşdarî di dengdanê de het kirin.

Demjimêr 7ê spêdê deriyên lokalên dengdanê ji dengderan re, hêzên pêşmerge, polîs û asayîşê re,  hatin vekirin û  pirosesa dengdanê dest pê kir û heta 6ê êvarê berdewam bû.  Li gor agahiyên Komisyona Balaya Sewrbixweya Hilbijartinan nisbeya beşdarîkirinê di dengdanê de gihiştiye 94% .

 


Serberst Mistefa serokê Komisyna Balaya Hilbijartinan di preskinferensekê de ragehand ku, 144 hezar û 434 kesan beşdarî di dengdana taybet de kir û rêjeya dengdanê 93.9%ê bû .

Mistefa got ku, li Hewlêrê 93.7%, li Silêmaniyê 95.6%, li Duhokê 91.5% , li Kerkûkê 95%. Li Mûsilê 92% û li Bexdayê jî 88%ê bû.

Back to top button