Polîtîk

Dewletê dijê navê Kurdistanê doz vekir

Dewleta Tirk ji bo navê Kurdistanê neyê karanîn ciwanên Kurdistanê bi cezakirina hetta heta di mayîna zîndanê de tehdît dike. Wek tê zanîn li Diyarbekirê komek gencên Kurdistanî bi navê Tevgera Ciwanên Kurdistanê Komeleyek vekirin.

Medya Tirkî û gelek siyasetmedar û rojnemevanan bi heftiyan behsa karanîna navê Kurdistanê kir û ev pirs di rojevê de hiştin. Hestên Tirkan yên nijadperestî bilind bûn. Ji dezgehên dewletê heta demokratên Tirk kesekî bi tu awayî navê Kurdistanê qebûl nekir. Di demek ku behsa aşitiyê, behsa biratiya Kurd û Tirka tê kirin hazim nekirina navê Kurdistanê  ne duristbûna Dewletê da diyarkirin.

Wezereta navxwe bi rêya waliyê Diyarbekirê ji ciwanan daxwaz kir ku navê Kurdistanê rakin. Eger ranekin ew bi dadgehan tehdît kirin. Lê ciwanan ji navê Kurdistanê tawîz nedan . Heta di hevpeyvînekî de berpirsêk yê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi dengek bilind li himber medyayê got: “ Em navê Kurdistanê naguherin û ranakin, hun herin qanûnên xwe biguherin“

Niha jî bi awayek fermî wezereta navxwe ya Tirkiye  giliyê Ciwanên Kurdistanê li ba serokê dozgeriya Diyarbekirê kir. Di derbarê Ciwanên Kurdistanê de doz hate vekirin. Li aliyekî wezereta navxwe û dadgehên Tirkan li aliyek din Tevgera Ciwanên Kurdistanê.

Ciwan vekirî dibêjin: Me bi zindanan û cezayê muebet tehdît nekin. Em giyanên xwe qurbana navê Kurdistanê dikin.

Bi awayek fermî ev yek teblîxê Komeleyê kirine. Pêvajoya li pêşiya me gelekî giring e. Nabê ku ev ciwanên şerê navê Kurdistanê dikin bimînin tenê. Ev ji bo helwesta siyasetmedar, rewşenbîr, hûnêrmend û hemû kesekî dib pîvanek.

Tekoşîna van ciwanan tekoşîn û xwedî derketina navê Kurdistanê û nirxên netewî yên Kurd û Kurdistanîne.

Di vê derbarê de Komeleya Tevgera Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Ev jî deqê daxuyaniya wane:

Jib o Raya Giştî

Wekî ku tê zanîn ji bo ku di navê komeleya me de “Kurdistan” derbas dibe ji me re astengî derxistin û heta bi awayeke ne qanûnî defterên me yên komeleyê pesend nekirin da ku em nikaribin dest bi xebatên xwe bikin.

Me jî di daxuyenîyeke de dîyar kir ku emê navê komeleya xwe neguherin û xebatên xwe jî bidomînin. Li ser vê yeke me di 09.09.2013 de, li ser van her du mijaran du dîlekçeyan da Şûbeya Komeleyan.

Îro, bersîvên her du dîlekçeyên me jî gihaştin destên me.

Ji me re dibêjin ku ewê defterên me pesend nekin û ji bo navê me jî di derbarê me de lêkolîn destpêkirîye.
Em jî wekî her gav, ji bo ku ev pêvajo bi awayeke şefaf bidome, bersîvên ku ji me re şandine bi raya giştî re parvedikin.

Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Belegyên ku wezereta navxwe ji berpirsên Komeleya Ciwanên Kurdistanê re rêkirîn:

 

Back to top button