Polîtîk

Kesera Kurd xelata Koşka Spî Werdigre

Li gor zanyariyên ku li Radyoya Dengê Amerîka de hatiye belavkirin Kurdeke Amerîkî ya bi navê Keser Abdullah ji ber kar û xîzmetên wê yên serketî hêjayî xelata “Pêşenga Guhertinê” ya Koşka Spî hate dîtin.

Keser xanim li bajarê Nashville yê dijî û di rêxistina “Welcoming Tenesse” de wekî perwerdekar dixebite.

Keser Abdullah ji ber karên xwe yên berbiçav ya ji bo xêrhatin û pêşwazîkirina penaber û koçberên ku nû têne Amerîka û himbêzkirina olên cuda, hêjayî xelatê yek ji wan 10 kesan hate dîtin.

Biryare Keser Abdullah îro li Koşka Spî xelata xwe wergire.

Back to top button