Nivîsar

Li Bakûrê Kurdistanê çi dibe?

Dr. Ekrem OnenLi bakurê kurdistanê û Turkîyê şerekî LI HEVKIRÎ dimeşe, ev şer salê 1993 tîne bîra mirov, bes ferqa 93 û nuha ewe, ku di 93 de 4500 gund vala kirin û surgûn kirin lê nuha diyare çend armanc bi hevre ji vî şerî heye:1-Rê li ber girtina projeyên cuda ên ava kirina dewleta kurdistan.(ji ber hêzên xurt ên navdewletî projeyên cuda ji bo avakirina dewleta kurdistan amade kirine yek ji van projeyan jî dewletek kurdistan a mezine ku bakurê kurdistan jî di nav deye).2- vala kirina qezayên bakurê kurdistanê.3- Şerê hundir ê nav dewleta Turk li ser sistemê (navbera Ummetçî û kemalîst-Turk islam sentezî).4-Bûyerên geopolîtîk ên herêma rojhilata nêzîk û navîn.Weha diyare heger kurdên bakurê kurdistanê vê lîstîka eşkere bûye nebînin û jilîstikêre li qilifên siyasî û fikrî bigerin ewê bihêlin ku dujminê kurd bighêje armanca xwe û wê dor were valakirina bajarên mezin ên wek Diyarbekir, Mêrdîn û hwd.Gotinek di zanistîyêde heye dibêjin “kesê dîrokê nazanin wê tekrar dikin”. Navbera 1993 û 2015 ne demek weha dirêje jî, şahidê 1993 gelek ji wan nuha saxin, bes çawa mirov hewqas kûr, ker û lal bibin xerîbe.Heta li bakurê kurdistanê vê listika li hevkirî ku nuha e?kere bûye nebînin wê rê li ber vekin ku dujminên kurd bighêje armanca xwe. Rew?a kurdistana bakur gotinek kurdan a pê?ya tîne bîra min.dibên flankes “Hêvîya ?îr ji nêrî dike”.Heta em kurdên bakur hêvîya xwe ji nêri qut nekin ku wek biyolojîk nêrî ?îr nade emê di vî halî debin. Ev nivîs ji cihê Onen yê facebookê hatiye girtin 

Back to top button