Nivîsar

Li Bakur Siyaseta Çolkirinê…

Şerefxan Cizirî

Heke Kurdên Bakurê Kurdistanê di nava xwe de tifaqên Milî ava nekin, ji hêla netewayetiyê de li pêşiya Kurdên Bakur çoleke zıpîzûwa heye…

Doz na ya partiyeke ye, ne ya saziyeke ye, na ya şexsekî ye, ev doza ya hemû Kurdan e.

Ji bona ku mirov vê rastiyê bibine, hewcedarî bi felsefeyeke kûr tüneye, hewcedarî bi pisportiya siyasî tüneye, hewcedarî bi megalomaniyê tüneye, hewcedarî bi hezaran pirtûkên sosyoloji tüneye, hewcedarî bi teoriya siyasi jî tüneye…

Tiştê ku ez li vir nişaneyê pê dikim tiştekî şênber, Kurdperwer, mirovî, civakî û dîrokî ye.

Ez weke çavderekî siyasî û civakî li pêşiya xwe temaşe dikim û pêşbinî dikim; heke Kurdên Bakur hevbeşbûna Kurdan, tifaqa Kurdan, parastin û pêşxistina zimanê Kurdî, nirxên milî di siyasetê de ji xwe re nekin bingeh, wê tênê lî pêşiya Kurdan çolkirin hebe. Ez çavderiye dikim ku rewrewkên vê çolê ji bona siyaseta ku ne milîyê nûha xwe baş diyar bûne. Heke Kurd ji vê yekê bi hevdû re aqilekî bigirin û biaqilane, hevbeş û bi dildarî tevbigerin, hîna jî wext ne dereng e. Em dikarin li himber siyaseta çolkirine bi hevdû re rawestin û projeyeke milî derxinîn pêşberi civaka Kurdan.

Yên ku hest û ramanên netewî bi wana re hebe, divê nehelin ku Kurd berê xwe bidin vê çola ku ne av lê heye, ne jiyan lê heye û ne şînahî lê heye. Ango cihê ku jiyana Kurdewari lê tüne be, ji bona doza netewî divê em xebat û fedakariyê bikin, divê em tiştên tehl -demkî jî be daqûrtînin. Hevdû tehamûl bikin, em Kurd hevdû qebûl bikin. Em Kurd divê bikaribîn di nava projeyeke milî de bi hevdû re bijin. Ma mirov tenê ji bona şexs ê xwe, sazîya xwe û partiya xwe siyasetê dike? Ma civak tênê ji şexs, sazî û partiya me pêk tê? Ma peşêroja Kurdistanê ne ji ya parti û saziyan, ne ji ya şexs û malbatan giringtir e gelo?

Heke civak piralî be, divê helwest û siyaset jî piralî be! Bêşik hevbeş be jî! Ango lihevdûhatineke milî ji bona civaka Kurdan pêwistiyeke exlaqîye, felsefiye û dîrokîye.

Ez çavderiyê dikim ku Kurd rojanê ji fikir û ramanên Kurd û Kurdistanê bihêsanî bidûr dikevin. Ji welat koçber dibin. Ji tevgirêdanên welat qût dibin. Zimanê xwe jibîra dikin. Bi serdestên dagirkeran re tolaziyê dikin. Ji bona ku di nava sosyete û sermayedarên dagirkeran de cîhêkî bîbînin, dikevin hemû qaliban. Li zengilê hemû deriyan dixînin. Li aliyê din nifşê ku ji hest û nirxên milî bidûrketine gav bi gav mezin dibin û hejmara wana zêde dibe. Di nava Kurdan de yên ku berê xwe didin parti û saziyên dagirkeran û roj bi roj ji hebûna xwe ya milî bi dûr dikevin jî hene.

Ev dîyar de hemû bi hevdû re nîşanê yên rewrewka çolê ne.

Dîsa mirov di siyaseta Kurdan de dîtyariyê dike ku hejmara mirovên Kurd ku ji bê tifaqî û pêşeroja Kurdan gazinan dikin zede bûne. Lê di vir de sergêjiyeke mezin heye. Mirov dikare di vi warî pêrgî partiyeke sergêjan jî bibe. Ji aliye tifaqan de sere wan ne baş zelal e. Gazinan ji her tiştî dikin lê projeya wana ji bona pêşeroje Kurdan tüne. Her kesî bi xwefiroşiye tawanbar dikin! Dibêjin; tifaq ji ez im û yekiti jî ez im…

De werin îca vî kerî di vê neqebê re derbasbikin lo!

Dîsa ew ên ku hemû curê partiyên dagirkeran li Kurdistanê ava dikin, pêşengiya wana dikin ji ezmanan daneketine Kurdistanê. Ma ew jî ne Kurd in gelo? Berjewendiyên xwe yên demkî ew derdorana di ser yê pêşeroja Kurdistanê re digirin. Ev jî rastiyeke me Kurdan e. Hûn herin kijan bajar û bajarokê Kurdistanê hûne li her deveran pêrgî partiyên sistemê bibin. Ango Kurdistan ne tenê ji aliyê leşkeri û ewlekariyê de hatiyê dagirkirin, welatê me sîyasî jî hatiyê dagirkirin. Ji aliyê fikir û raman de hatiyê dagirkirin, ji aliyê hest û helwestan de hatiyê dagirkirin. Welat ji aliyên sembolên dagirkeran de hatiye miştkirin. Raya giştî ya Kurdan jî stêrîkên li ezmanan dihejmêr e û bahwer dike ev karekî netewî ye!…

Li miqabilî vê yekê divê Kurdperwer hemû potansiyela Kurdewariyê derxînin qada siyasetê. Madî û manewî divê em hemû bi hevdû re paleyê ji bona doza Kurdistanê bikin. Hicetên biçûk û teramera divê nebin asteng li pêşberi doza welat. Yên ku xwe navenda her tiştî dibinin divê zanibûn ku civaka Kurdan ne tenê ji wana pêk tê. Em Kurd di civakeke pirnavendî de dijin û hüner ji ev e ku mirov wan navendan di nava xwe de kordinê bike û hemû navendan – biçûk û mezin- di projeya milî de binê cem hevdû.

Heke em Kurdperwer bin, divê pencere û deriyên me ji hemû Kurdan re vekiribin. Divê mirov ji diyalogên di nava Kurdan de netirse. Divê Kurdperwer amade bin li ser nirxên netewî û mirovî bi hemû kesan re karibîn bidin û bistînin.

Tê zanîn ku li Rojhilata Navin listikên siyasetê mezin in, hûtên heftserî di nava tevgeran de ne û ji xwe re li nêçirê diğerin, Kurd jî li vê erdnîgariyê dijîn û mirovên Kurdperwer jî divê li gora vê rastiyê helwestên xwe yên milî pêş de bibin!

Ma ji bona ku mirov van rastiyan bıbîne hewcedarî bi çewaleke gotinên vala heye gelo?

Back to top button