CivakPolîtîk

Li Bakur kurd Nijadperestên Tirka direcimînin

Niviskarê Rojnama Sozcu ya tirkî Emin Colaşan , di rojanama xwe de di derbarê sardana serokê Kurdistanê ya Tirkiye û herweha bilindkirina Ala Kurdistanê li balefirxaneyên Stanbul û Enqere nivîsek nivîsî.Colaşan hemû sinorên bê ehlaqiyê derbas kirin û nivîsa xwe de heqaret kesayeta Serokê Kurdistanê û Ala Kurdistanê kir.Helwesta Colaşan di medya civakî de ji aliyê kurdên welatparêz ve bi tundî hate şermezarkirin. Kurda Emin Çolaşan recimandin. Herweha li dijê Çolaşan û rojnama ku lê dinivîsê  doz hatin vekirin.Parêzerî Şirnexî Eli Bayram li dadgeha bajarê Şirnexê di derbarê Emin Çolaşan de doz vekir. Baroya Diyarbekirê jî di derbarê Çolaşan de li dadgeha Diyarbekirê doz vekir.Kurd li Bakur gelek awaya li dijê nijadperstên Tirk helwesta xwe ya welatparêzî didin kifşkirin. Bêguman  nijadperestên wek Emin Çolaşan, Yilmaz Ozdil, Ilbar Oratyli, Ilyas salman, Tayfun Taliboglu gelekin.Mixabin hinek ji van nijadperastan li Tirkiye xwe çep û demokrat didin nasandin.Lê Kurd li serokê Kurdistanê û Ala Kurdistanê xwedî derdikevin.

Back to top button