Civak

Li Amedê ji bo şehîdên Kerkûkê nimêja giyabî ya cenazeyê

Li Amedê ji bo şehîdên Kerkûkê û yên hemû Kurdistanê nimêja giyabî ya cenazeyê hate li dar xistinHereketa Azadî, ÖSP,PAK,PDK-Bakur, PSK roja 27.10.2017an xwestin li Otêla Liv Suit a Amedê ji bo protesto kirina dagirkirina Kerkûkê û êrîşên li ser îradeya serxwebûnê , civînek çapemenîyê li dar bixin.Lê walîtîya Amedê bi biryareke resmî ev civîn qedexe kir.Lê Hereketa Azadî, ÖSP,PAK,PDK-Bakur, PSKyê civîna xwe ya çapemenîyê li teşkîlata PAKê ya Amedê li dar xistin. Berdevkê Hereketa Azadî Ayetullah Aşitî, Serokê Gişti yê ÖSPyê Sinan Çiftyürek, Serokê Gişti yê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek civîna çapemenîyê li dar xistin.Gelek telewîzyon û nûnerên ragehandinê û sîyasetvan û rewşenbîr beşdarî civÎnê bûn.Daxuyanîya hevbeş ya Hereketa Azadî, ÖSP,PAK,PDK-Bakur, PSKyê bi Kurdî Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak,ya Tirkî jî Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek xwend.Piştî xwendina daxuyanîyan Serokê Gişti yê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê Gişti yê ÖSPyê Sinan Çiftyürek û Berdevkê Hereketa Azadî Ayetullah Aşitî bersîvên pirsên rojnamevanan dan.Di eynî rojê de(27.10.2017) li Amedê li Camî ya Ofîsê , pişti xutbeya înîyê, bi beşdarîya gelê me yê Amedê û rêveber û endamên Hereketa Azadî, ÖSP,PAK,PDK-Bakur, PSKyê û gelek rewşenbîr û sîyasetvanan nimêja giyabî ya cenazeyê hate li dar xistin.Nimêj ji bo şehîdên Kerkûkê û hemû şehîdên Kurdistanê hate pêk anîn. Berdevkê Hereketa Azadî Ayetullah Aşitî îmamtîya cemaetê kir.Nimêja giyabî ya ji bo şehîdan hem bû piştgirîyek ji bo gelê me yê başûrê Kurdistanê, hem jî ruhê şehîdan pê şad bû. 27.10.2017Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button