Polîtîk

Pênc partiyên Bakur piştgirî dan Başûr

Artêşa Iraqê bi piştgirîya Îranê Başûrê Kurdistanê dagir dike.Em vê dagir kirinê rûreş dikinGelê me yê Başûrê Kurdistanê di roja 25.09.2017an de , bi referandûmeke demokratîk û meşrû, bi rêjeya ji %92.73an ji serxwebûnê re got ‘’Erê’’.Li Rojhilata Navîn a ku hema hema temama wê bi rejîmên otoriter ve têne îdare kirin, ev îradeya meşrû, aştîyane û demokratîk a gelê Kurdistanê, nîşana pêşketin û kultureke cuda ya hevdem û medenî ye. Lê mixabin, ew Kurdistan a Federe ya ku ji bo hemû etnîsîte, dîn û mezheban bûye girava azadî û demokrasîyê, nuha tûşî şer û êrîş û dagirkirineke nû ya hovane, ya dijminane bûye.Dewleta Şîe ya Îranê, Dewleta Mezhebî ya Iraqe û Dewleta Tirkîyeyê, careke din, pirs û pirsgirêkên di navbera xwe danîne alîyekî, li ser dijminatî û têkbirina destkeftîyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê, bûne yek. Xeletî, zeaf û îxanetên navxweyî jî ji vê rewşa xerab re rê xweştir kirîye.Bêdengîya Emerîka û dewletên din û bêdengîya raya giştî ya cîhanê jî ji van êrîş û dagirkirinên Pasdarên Îranê û Heşdî Şehbî re rê xweştir kir.Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li himberî plan û stratejîyên Îranê yên dagirker, li Rojhilata Navîn bendeke esasî û girîng e. Lê bi vê bêdengîya nevnetewî,raya giştî ya cîhanê û hêzên demokrasîxwaz, ji nuha ve bi destê xwe rê ji malvêranîya xwe re xweş kirîne, destê Îranê xurt kirîne.Îro gelek alî behsa ‘’yekitîya xaka Iraqê’’ dikin. Lê aşkere ye ku ev gotineke vala ye.Bi navê Iraqê jî tu Dewlet nemaye. Iraq bi pirsgirêkên xwe yên mezhebî her bûye meydana şerî û dê nikaribe yekrêzîya xwe pêk bîne.Di eslê xwe de yên behsa ‘’yekitîya xaka Iraqê’’ dikin, armanca wan a sereke ji holê rakirina Kurdistana Federe ye, dagirkirina temama Kurdistanê ye.Ev êrîşên Pasdarên Îranê û Heşdî Şehbî, êrîşên Artêşa Iraqê, jenosîd e, hovîtî ye,binpê kirina îradeya gelê Kurdistanê ye. Em vê dagirkirinê û van êrîşan mehkûm dikin, rûreş dikin.Hikûmeta Enqereyê ango Desthilatdarîya AK Partîyê, gava ku DAIŞê xwestibû êrîşî Hewlêrê bike bêdeng mabû.Lê vê carê bes qîma xwe bi bêdengîyê neanîye, bûye şirîkê dagirkirin, êrîş û şerê li dijî gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî.Desthilatdarîya AK Partîyê, nuha bi temamî xwe teslîmî sîyaseta MHPyê ya nîjadperest û êrîşker kirîye; ketîye bin tirsa ‘’perçebûn’’ê.Siyaset û helwestên Erdogan û Desthilatdarîya AK Partîyê, tu eleqeya wan bi rastîya heyî, bi çareser kirina pirsgirika Kurd û Kurdistanê ve tune ye. Desthilatdarîya Enqereyê, bes ji bo ku destkeftîyên Kurdan têkbiçe, bi zaneyî, rê ji dagirkirina Îranê û Iraqe re xweş dike.Ev weke tercîheke resmî ya Dewleta Tirkiyeyê ye.Dewleta Tirkîyeyê di dagirkirin û têkbirina Başûrê Kurdistanê de piştgirîya Îranê û Iraqê dike. Helbete ku di demên pêş de dê li vê sîyasetê jovan bibe û dê bedêla vê jî jê re gelekî giran be.Em vê helwest û sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê şermezar dikin.Gelê me tu carî dostanî jî, dijminatî jî ji bîr nekirîye.Herweha ev bêdengîya Emerîkayê jî nayê qebûl kirin.Îro Heşdî Şehbî li gel Pasdarên Îranê bi çekên Emerîkayê êrîşî Kurdan dike, Kerkûkê dagir dike.Diviyabû Emerîkayê hevalbendê xwe yê herî nêz yê di şerê DAIŞê de, li himberî van êrîşên Îranê û yên Iraqê de bi tenê nehişta.Em dewleta Iraqê jî, ya Îranê jî ji ber van êrîşên van, ji ber ji nû ve dagirkirina Kurdistanê protesto û rûreş dikin.Em bangî Emerîka û dewletên din yên cîhanê dikin ku, dest ji vê sîyaseta xwe ya xelet ,dest ji piştgirîya Pasdarên Îranê û Heşdî Şehbî berdin.Hevalbend û mitefîkên we gelê Kurdistanê ye; wan bi tenê nehêlin.Lê divê hemû cîhan bizanibin ku, çawa ku Pakta Sadabadê, CENTOyê nikarîbû doza azadîya gelê me bişkîne; dê îro jî tu hêz nikaribe rê li ber rizgarkirina Kerkûkê û li ber îlan kirina serxwebûnê bigire.Rerandûma serxwebûnê ya di 25ê Îlonê de li dar ket û encamên wê , berdewamîya Têkoşîna doza azadî û sewerxwebûna gelê Kurdistanê ye.Tu hêz û tu sebep dê nikaribe vê îradeya meşrû û demokratîk tune bihasibîne.Tu şika me tuneye ku, Kerkûk jî dê bê rizgar kirin, serxwebûn jî dê bê îlan kirin.-Artêşa Iraqê ya ku bi piştgirîya Îranê Kurdistan careke din dagir kirîye, divê destê xwe ji Başûrê Kurdistanê bikişîne-Referandûm beyaneke meşrû, demokratîk, aştîyane ya gelê Kurdistanê ye. Divê her kes û her alî rêzê li vê îradeyê bigirin.-Dewleta Tirkîyê divê dest ji vê sîyaseta xwe ya xelet ya li ser dijîtîya Başûrê Kurdistanê berde.-Dewletên cîhanê û raya giştî ya cîhanê ji bo parastina pirrengî, demokrasî û azadîyâ li Başûrê Kurdistanê , divê li dijî vê dagirkirinê derkevin.-Em bangî Netewên Yekbûyî,NATO,Yekitîya Ewrûpa û Konseya Ewrûpayê dikin ku, li dijî vê dagirkirina Îranê û Iraqe derkevin û Kurdistana ku girava azadî û demokrasîyê ya li Rojhilata Navîn e, biparêzin.(Amed,27.10.2017)Hareketa Azadî, ÖSP, PAK, PDK-Bakur, PSK

Back to top button