Cîhan
Li Almanya kesek biyanî bi otomobila xwe ajot ser xelkê
Li bajarê Magdeburgê yê Almanyayê kesekî bi otomobîlê da nav bazarê di encam de 2 kesî jiyana xwe ji dest dan û 80 kes jî birîndar bûn.
Li gora agahiyên polîsên Almanî dame, kesê ev êrîş pêkanîye bijîşkekî ji Erebistana Siûdiyê yê.
Li bazara Noelê ya bajarê Magdeburgê yê Almanyayê bijîşkekî ji Erebistana Siûdiyê doh bi şev bi otomobîlekê dabû nav xelkê.
Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeserê da zanîn ku ew û Scholz serdana Magdeburgê dikin.
Êrişkar li cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.