Polîtîk

Bahçelî : Hevdîtinek bi kêrî mê tê, destpêkek baş e.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, der barê daxuyaniyên endamên DEM’ê yên der barê serdana Îmraliyê de got, “Di nêrîna me de ti guhertin çênebûye, wê bi kêrî vê hevdîtinê were.”

Di parlementoya Tirkiyeyê niqaşên li ser Pêşnûmeya Budçeya Hikûmeta Navendî ya 2025an dewam dikin. Devlet Bahçelî jî li muzakereyên butçeyê temaşe kir.

Di bêhnvedana rûniştinê de rojnamevanek bi bîr xist ku şanda Partiya DEM’ê dê hefteya bê li Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û derbarê vê mijarê de nêrîna wî pirsî.

Bahçelî bersiva pirsê da û got, “Di nêrînên me de ti guhertin çênebûye. Dê bi kêrî vê hevdîtinê were. Em dikevin sala 2025’an, ger hûn bala xwe bidinê li ser zengila min peyva ‘Sedsala Nû, Tirkiyeya nû’ heye. Di vî warî de dê bibe destpêkek bi xêr û xweşî.

Back to top button