Leşkerê Tirk ji Birca Belek derdikeve
Rojeva Kurd-Cizira Botan: Li gor zanyariyên ku ji bajarê Cizîrê gihiştine destên me 12.02.2010 leşkerên Tirk ji Birca Belek bi awayeke fermî derdikevin.
Jêder bi taybet ji bo Rojeva Kurd ragihand ku derketina leşkerên Tirk ya ji Birca Belek ji berî demekê ve destpêkiriye û beşek ji leşkeran Birca Belek bi cîh hiştine. Lê belê li roja 12.02.2010 an de bi awayeke fermî divê leşker terka Birca Belek bike. Her wiha jêderê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Cizîra Botan ragihand ku Piştî leşker terka qelê bikin divê bi çavdêriya Unesco Birca Belek bête parastin û restorekirin.
Wekî ku tê zanîn jî piştî Birca Belek ji aliyê Mîr Bedirxan ve hatibû nûjenkirin qesra Mîrektiya Botan bû. Lê mixabin piştî şerê Kurd û Osmaniyan û têkçûna Mîrektiya Botan bi serokatiya Mîr Bedirxan (1847) ya li hember Osmaniyan, eve 163 sale leşkerên Tirk qela Mîrektiya Botan an ku Birca Belek dagir kiriye û li gel bajarê Cizîr an ku paytexta mîrektiyê ji ber remza wî ya netewiya Kurd bi awayeke fermî siza kiriye.
Em hêvî dikin ku Kurdistan rizgar bibe û leşkerên Tirk ne bi tenê ji Birca Belek belku ji hemû Kurdistanê derkevin.