Nivîsar

Lêkolîn: Nawenda afirandina derewa

Derew di siyasetê de piraniya cara dibe wek rastiyekî û gelek alî di civatê de li ser wê derew a wek rastî tê qebûl kirin nirxandina dikin û dibin xwedî dîtinekî û helwesta xwe jî diyar dikin. Lê di rastiya xwe de ew tişta ku li ser gotubêjê dikin tuneye, derewe. Xwedîyê derewê yanî yên derewê diafirînin xwe didin aliyekî çavê wan lê ye , ka gelo derewa wan cihê xwe girtiye yan na. Dema dibînin ku derewê cih girtiye, ew bi xwe jî jê bawer dikin. Ji bîr dikin ku derew wan bi xwe afirandiye û her di wê çerçowê de siyaseta xwe berdewam dikin. Mixabin dema li himber derewê rastî , bi awayak hêz, dengek bilind neyê parastin, derew dibe wek rastîyê.

Piraniya cara PKK û hevalbendên wê derewekî diafirînin û li gora wê jî siyaseta xwe rêve dibin. Niha gelek malperên PKKê behsa operasyona Tirkiye ya li nava sinorê başûrê Kurdistanê dikin. Lê derewa dikin. Ji berî her tiştekî cihê bingehîn yê xebata PKKê ne başûrê Kurdistanêye bakur e. Lê PKK bi siyaseta xwe bûye bela serê xelkê başûr û bûye sedemek ku bi sedan gund vale dibin û Tirkiye êrîşê başûrê Kurdistanê dike.

PKK li gora xwe senaryoyên derew diafirîne. Tê zanin ku li herêmê PKK wek hêzek Îranî tevdigere. Serokên PKKê li Qendîl hemû fermana xwe ji rejima Îranê û Pasdaran werdigirin.

Mixabin di vê dema dawî de cardin PDK ji xwe re kiriye armanc û bi derewan şerê PDKê û desthilata başûrê Kurdistanê dikin. PKK amadehiya şerekî li gel PDKê dike. Lê PDK di vê derbarê de hişyare û nayê leyiztika PKKê û mamustayên vê siyasetê.

Taybetî piştî pêvajoya referandumê û tengasiya li başûrê Kurdistanê dest dayî, li himber êrîşên dewletên dagirker li ser Kurdistanê, PDKê karî berxwe bide û ji wê qonaxa zehmet şûn xwe ve bihêle. Piştî hilbijartinên Iraq û Kurdistanê PDK serkeftine destve anî û ev yek bû şûjina çava dijmin û vê yekê ve girêdayî PKK dest êrîşên medyayî kir.

Niha rewşa başûr berbi xweşîyekî ve diçe, taybetî hilbijartina serokê herêmê û damezirandina hukumeta herêma Kurdistanê dibe destpêka pêvajoyek nû ji bo Kurdistanê. Bê goman di vê pêvajoyê de pêwendiyên Kurdistanê li gel dewletên cîran gelekî girîngin. Lê PKK ji vê yekê acize û dijitiya PDKê dike.

Ji aliyek din rewşa niha PKK tê deye gelekî aloze. Li rojavayê Kurdistanê, tevgera PKKê di nava guhertinekî de ye. PYD pêwendiyên xwe li gel Tirkiye eşkere kirin û hêdî hêdî hewldanek weşartî heye ku xwe ji Qendil dûr bêxe.

Li bakur rewşa wan gelekî xirabe û nikarin tevgerekî bikin. HDP bi xwe jî ketiya di nava aloziyek siyasî de. HDP di nava Qendil û Îmralî de gêj bûye. Çepên Tirk di nava HDPê de pişgiriya Qendil dikin û heta vê gavê jî serdestin û mekanîzma biryarê di destê wan de ye.

Ocalan piştî hevdîtina di peyamê xwe de li dijê Qendile û peyamên Ocalan û siyaseta Qendil bi hevre nagunce.

Hêdî Ocalan Îmralî wek dezgehekî bi kartîne û Îmralî dibe nawendek ya siyaseta PKKê. Guhertinên girîng çêdibin.

Eheta ziyniyeta PKK li Qendil neyê guhertin gelek zehmetî li pêşiya PKKê hene û siyaseta ku rêve dibin zererek mezin digihîne tevgera azadiya Kurdistanî. PKK dibê tehdît ji bû destkeftinên netewî yên Kurdistanî. Ji bo vê yekê veşêre derewa dike û bûye nawenda afirandina derewên siyasî.

18.6.2019

Analiz/N.Firat

Back to top button