Leila Forouhar li Hewlêre
Hewlêr – Doh di demjimar 16:00 an de sitranbêja navdara Îranî Leila Forouhar bi rêya firokxana navdewletîya Hewlêrê giheşte Herêma Kurdistanê. Weha diyare ku, dê îro jî sitranbêjê navdarê Îranî Êbî bigihe Hewlêrê. Herdu hûnêrmendên navdar bi hevre roja 27-ê adarê ahengekî saz bikin.
Leila Forouhar, li firokxaneya Hewlêr daxûyaniyek da rojnemevanan û ji bo serdana Kurdistanê keyfxweşîya xwe da nîşandan. Herwisa Forouhar ragihand, ku gelekî dilxweş e hevwelatîyên xwe li Kurdistanê dibîne. Firoher pêştir sitranek bi zimanê Kurdî li gel hunermendê navdarê Kurd Nasir Rezazî xwendîye. Her di vê derbarê de Leila Forouhar da xuyakirin, ku di nava sitranbêjên Kurd de tenê Nasir Rezazî nas dike. Leila Forouhar, ragihand, ku gelekî hez dike hunermendên dinên Kurd jî nas bike û bi van re têkilîyan dayne. Di derbarê ahenga xwe ya li Hewlêrê ragihand, ku dê di vê ahengê de sitranên Kurdî jî pêşkêş bike.
Herdu hunermendên navdarên Îranî Leila Forouhar û Êbî dê di roja şembîyê de ahengekî li Hewlêrê saz bikin. Herdu hunermend ji alîyê kompanîya Babîlon ve hatine vezxwandin, da ku li Hewlêrê ahengekî saz bikin. Ji alîyekî din ve bi hazaran hevwelatîyên rojhilata Kurdistanê û Îranê ji bo beşdarîkirin di ahenga herdu hunermendan de ber bi Herêma Kurdistanê ve hatine.