Polîtîk

Asûriyên Sûriyê îsal tirsin ku bikaribin cejna xwe pîroz bikin

Hewlêr – Asûriyên Sûriyê yên her sal di 1’ê nîsanê de cejna xwe ya tê nasîn bi Akîto û sersala Asûrî pîroz dikin, îsal ew bi tirs in.

Li pey gotina çalakvanekî Asûrî yê Sûrî ku ajansa AKI ya Îtalî duh belav kiribû: “Asûriyên Sûriyê bêzar û xembar in bi hatina cejna wan Akîto, û ew ditirsin ji beşdariya di cejnê de ji ber tengezariyên ji aliyê hêzên ewlekarî yên Sûrî”.

Çalakvanê siyasî û lêkolerê ku bayixê dide mafê kêmnetewan Silêman Yûsif dibêje: “Tevî dîrok û bineretiya gelê Asûrî-Suryanî ku navê Sûriyê jî jê hatiye, dewleta Sûrî nasnameya Asûrî wek parçeyek ji neteweya Sûrî qebûl nake, lê hewl dide di nav neteweya Erebî de wan bide pişaftin”.

Her wiha got: “Siyaseta çavlêgirtinê li ser hindek çalakiyên kultûrî û civakî di boneyên taybet de nahên hejmartin wek mafekî netewî yan demokrasî” Silêman tekez kir: “Divê maf bi yasa û destûr bêne parastin ne bi kêfa dezgehên ewlekariyê”.

Yûsif aşkere kir ku diyardeya firenetewe, fireziman û fireol li Sûriyê ji bareke şaristanî bûye aloziyeke netewî, berpirsê vê yekê jî hikûmet bi xwe ye û her ew berpirs e li ser rewşa girjî û tundiya di civaka Sûrî de.

Silêman daxwaz ji Sûriyê kir: “Divê deselata Sûrî keşûhewayeke handan bo şahî û cejnan dirust bike, taku gelên Asûrî û Kurd bê tirs cejna xwe pîroz bike, û divê deselat bi van cejnan re bi nêrîneke netewî, demokrasî û pêşketî nêzîk bibe dûr ji hestyariya nijadî û siyasî”.

Hêjayî gotinê ye ku li Sûriyê, gelê Asûrî neteweya 3’yem tê hejmartin li pey Ereb û Kurdan.

AKnews

Back to top button