Kultur

Dêra Axtemarê ji bo rewresmên olî hat vekirin

Wan – Hêdî Ermenî dê bikaribin rewresmên xwe yên olî li Dira Axtamarê çêbikin. Wek tê zanîn ,demek dirêj ev dêr xirabe bû. Ji berî çend salekî dêr hate restorekirin û derdora wê hate pakijkirin. Niha gelek kes bi armanca turîzmê serdana dêrê dikin.

Li ser daxwaziya parêzgerê Wanê wezareta çand û turizmê , izin da ku hêdî li dêra Axtamarê rewresmên olî pêkwerin. Di vê derbarê de ji patrîkxaneya Ermeniyan wekîlê patrîk Aram Ateşyan, di daxûyaniya xwe de got: “Xewna patrîkxaneya me bû rastiyek“  Ateşyan  da xuyakirin ku, ev biryar bûye cihê dilxweşîya hemû ermeniyan. Ji bo rojen rewresmên olî dê ji hemî derên dinyayê ermenî werin vê derê.

 

Back to top button