Polîtîk

Mumtaz Soysal: Divê di cih de Ak-Partî bê girtin..

Doh êvarî di bernameyek ya televîzyonî de li ser guhertinên ku di destûrê de bêne çêkirin gengeşeyek hate çêkirin. Di bernama M.Alî Bîrad ya bi navê roja 32-ê, Prof. Dr. Mümtaz Soysal û rojnemevan Mehmet Metîner mêvanên M.Alî Bîrand bûn.

Gengeşe gelek germ dihat kirin. Demekî Bîrand berê xwe da, Prof. Dr. Mümtaz Soysal gote başe hun van tiştan dibêjin yanî vekirî ez ji we dipirsim: “ Bila Dadgeha Destûriya Bingegî (Dadgeha Anayasa) Ak-Partiyê bigire?“ Mumtaz soysal di bersiva xwe de got: “ Belê divê Ak-Partî di cih de bête girtin. Elbete partiyek ku dixwaze rayên vê cumhuriyetê hilkê û wê hilweşîne, divê werê girtin“

Mümtaz Soysal destûra niha yanî ya înkilaba leşkerî ya 12-ê îlona 1980-ê amade kiriye. Ew mîmarê destura esasî ya 12-ê îlonêye. Herweha  her di CHP-ê û partiya Bulent Ecevît de siyaset kiriye û demek dirêj bûye parlementer, di parlementoyê de serokatiya komisyona destûrî kiriye. Demekî jî bûye wezîrê derve yê Tirkiye.

Dema rewşa Tirkiye bi berfirehî bête nirxandin, ew kesên wek Mümtaz Soysal gelekin. Ewên ku îro statukoya heyî diparêzin û wek kesayetên pêşketî û hemdem di vî welatî de tên naskirin mixabin evin. Mümtaz Soysal keseyatek bi çepîtiya xwe hatiye naskirin û wek sosyal demokratek  bi kesayet tê zanîn. Kesayeteke ku biçekî demokrasiyê qebûl nake, primîtîv, paşverûye, nijatperetek e. Lê di welatek wek Tirkiye de, pêşverû û hemdemên wî welatî tên zanîn. Îro rastiya wan ji teref beşek yê cêvatê ve hatiye têgihandin, lê hejî beşek mezin van keseyetên sosyal demokrat, pêşverû û hemdem dizane.

Li Tirkiye Prof. Dr. Mümtaz Soysal, kemalistek  naskiriye û xwe wek çepê netewî dide naskirin. Tu ferqa çepên netewî yên Tirkiye û nazîyên Almanan tuneye. Zihniyeta wan yeke. Ew nijadperestin û ji her kesê li Tirkiye dijîn wek Tirk dibînin û li gora xwe di vê warî de fikrik afirandine.
Rastiya Tirkiye eve, yên cumhuriyetê diparêzin û dixwazin statukuya heyî berdewambe, navê guhertinê bi tu awayî qebûl nakin. Ev kîn û nefreta wan ya salane ku inkara heyîna miletekî dikin û ji xwe pêve mafê jiyanê ji bo kesek din rewa nabînin.

Di bingehê xwe de dema van rojan mirov di medya Tirki de gengeşeyên di navbera kemalistan û terefên din re tên kirin dibîne, rastiyek din jî derdikeve holê. Dixweyê li himber her cûreyê guhertinê, dê kemalist û statuku parêz gelekî li ber xwe bidin. Kelha dawî di destên wan de leşkerî û dezgehên bilind yên dadweriyê mane. Dê pêvajo nîşa me teva bide ka heta kengê dê bikaribin van kelhên xwe biparêzin.

Heta ev kelhên kevneperst newin hilweşandin, ne Ak-Partî ne jî kesek nikare gavek ber bi demokrasiyê ve bavê je.


RojevaKurdXeber/Analiz

Back to top button