Polîtîk

Bi tenê hikûmet nûnera gel û herêma Kurdistanê ye

Kawe mehmûd berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku ji bilî fermangeha têkeliyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê, tu ke û tu aliyên siyasî nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li welatên cîhanê nakin.

Mehmûd dibêje:
– Bi tenê hikûmeta herêma Kurdistanê ew maf heye ku di warê têkeliyên derve di gel welatên cîhanê û digel nawendên siyasîyên dinyayê nûneratiya gelê kued û hikûmeta herêma Kurdistanê bike. Pir caran Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê tekîn li ser vê yekê kiriye.
– Gelê kurd naxaze bi hêsanî dustên xwe li dinyayê winda bike. Eger her kes yan aliyekî xwe bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê danasîn, wê demê em dê bi rêyên diplomasî wê çendê zelal bikin ku bi tenê hikûmeta herêma Kurdistanê di dinyayê de nûneratiya gelê kurd dike.

Weke tê zanîn sêşemiya çûyî Muemer Qezafî serokê Lîbiyayê, berî destpêkirina 22-mîn civîna kûpîtkê a welatên erebî ku, biryare di rojên 27-28ê vê mehê de li bajarê Sertê li Lîbiyayê birêve biçe, pêwazî li 32 kesatiyê îraqî ku di nav wan de kesatiyekê kurd ê ser bi rijêma Bassê di navde bû kir.

Back to top button