Lehengê belgefîlma «Dahênerê Bisîkleta (çerxwesiwar) Kurdan» Nazim Nadirov

Festîvala fîlmên kurdî li Moskvayê bi awayekî serketî karê xwe dimeşîne. Yek ji mêrxasê vê bûyera di nava dîroka kurdan da pir giring derhênerê kurd Nazim Nadirov e. Werin em wî ji nêzîk va nas bikin.

Lehengê belgefîlma «Dahênerê Bisîkleta Kurd» Nazim Nadirov (z. 1961 Kazakistan) rojhilatnasekî hêja, hilberînerê muzîkê, nivîskar, rojnamevan, DJ ye. Bi naznavên dj dr EthnoArbakesh tê nas kirin.

Di sala 1983-an ji fakulteya fîlolojî ya Zanîngeha Dewletê ya Moskowê mezûn bû u di 1987-an de wî teza xwe ya Ph.D. li ser dîroka fonolojiya kurdî parast.

Wî wekî rêvebir û hilberîner ji bo cûrbecûr kom û pêşkeşvanan re tevdigeriya, beşdarî rêxistina yekemîn festîvalên TV yên navneteweyî bû. Sala 1996 wî Manas Records li Kassel (Almanya, paşê li Moskowê) damezrand. Nadirov di warê weşana radyoyê de ji bo bernameya çandî ya herî baş a Rûsyayê (2000), xelatgirê Xelata Neteweyî ye.

Jêder: Rêya taze

Nerîna min :