Lêborîna serokwezîr, berteka ecêp a Kiliçdaroğlu
Di mijara Dersim’ê de em hatin noqteyeke pir sosret. Hûn dixwazin em vegerin destpêka vê pêvajoyê. Vê niqaşê kê da destpêkirin em ewil wê bînin bîra xwe. Dîrok 10’ê mijdarê 2011.
Wê rojê rojnameya Zaman’ê hevpeyvîneke ku bi wekîlê Dersim yê CHP re hate kirin weşand. Di vê hevpeyvînê de Hüseyin Aygün wiha digot, “ Berpirsîyarê qetlîyama Dersim’ê dewlet û CHP’ê ye. Ji vê qetlîyamê haya Atatirk jî hebû.”
Ya rast lazim bû van daxuyanîyan derdor tevlîhev bikira. Lê mixabin ev daxuyanî wekî ku heq dike nayê rojevê.
Dîrok 16’ê mijdarê 2011. 12 wekîlên Kemalîst yên CHP’ê bi danezaneke hevpar vê daxuyanîyê li pêşberê çapemenîyê rexne dikin. Ji ber vê daxuyanîyê gazî Kiliçdaroglu dikin û dixwazin Aygün ji partîyê were avêtin. Îdîa dikin ku ev gotin, ev daxuyanî bi awayekî sergirtî ji Atatirk û heyama Cumhurîyetê re heqeret in. Halbukî ev daxuyanî 6 rojan ewil hatibû kirin. Lê nexwe wan rojan bala kesî nekişandîye.
Paşê partî tevlîhev dibe. Guhê Hüseyin Aygün tê kişandin lê wekîlên ku wî rexne dikin jî, bi vepirsîna dîsiplinê re rû bi rû dimînin. Piştî vê yekê eleqeya medyayê li ser CHP’ê kom dibe. Şîroveger û nivîskarên ku heta wê rojê ji gotinên Hüseyin Aygün bêxeber bûn, ji wê rojê şûnda vediqetin du beşan.
Hinekan, ji ber gotinên wî ew pîroz kirin û ji bo gotinên wî çepik lêdan, hinekan jî xwestin ji ber van gotinan wî poşman bikin û van gotinan bi wî bidin xwarin.
Gotina min ew e ku, heke ew 12 wekîl, daxuyanîyeke wisa nekirana, meseleya Dersim’ê ez jî di nav de nediket rojeva nivîskaran. Tu rojnameyan ji bo ku wan rojan ronî bike belgeyên wê heyamê nediweşand. Tu televîzyonan ji şahidên wê rojê nedixwest bîranînên xwe vebêjin. Di tu bernameyan de niqaşa Dersim’ê nedihate kirin.
Bi kurtasî sedema vê niqaşê ew şerê di nava CHP’ê de bû. Heke CHP’yîyan neketibûna pey gotinên Hüseyin Aygün dibe ku heta niha çend caran hatibû jibîrkirin
Em werin alîyê îqtîdarê. Di demeke ku niqaşên Dersim’ê di medyayê de gûr bûyî de, Serokwezîr di komcivîna partîya xwe de behsa wê heyamê kir û got, “ Hûn nikarin bi dîroka xwe re jî rûqalê hev bibin. Hevalên we yên ku dixwazin rûqalê hev bibin jî hûn bi erdê re dikin yek.”
Pekê piştî vê gotinê çi bû? Niqaş zêdetir gûr bû. Di serî de Kiliçdaroglu hemû CHP’yîyan dest bi axaftinên tewş kirin. Ji serokwezîr re gotin, madem wisa ye erşîvan veke, tu lêborînê bixwaze, filan bêvan…
Xwestin bi van gotinan Serokwezîr bêxin tengasîyê. Pekê di dawîyê de çi bû? Xusran…
Lewra Serokwezîr belgeyên ku kirinên wan rojan yên wek qetlîyamê nîşan didin raxist pêşberê rayagiştî û ew eşkere kirin. Paşê jî, ji gelê Dersim’ê lêborîn xwest.
Di komcivîna partîya xwe de got, “Heke li ser navê dewletê lêborîn hewce bike, heke lîtaratureke wisa hebe ez lêborînê dixwezim.”
Yanî CHP’yî ketin dafika ku bixwe saz kirin.
Sevilay Yükselir
xeberenkurdi.com