Polîtîk

Gelo dora Tansu Çiler e?

Berpirsê MIT-ê (Teşkîlata Îstixbarata netewî ya Tirkiye) yê daîra kontorterorê yê berê Mehmet Eymur li ser daxwaziya dozerê Enqere hate  binçavkirin û nêzikî 6 demjimêra êfada wî hate girtin.

Eymur piştî êfada xwe serbest hate berdan lê bi biryara dadgehê derketina wî ya derveyê Tirkiye hate qedexe kirin.

Piştî Eymur hate serbest kirin bi tu awayî bersiva pirsên rojnemevanan nedan. Binçav kirine Eymur gelekî girîng e, ji ber ku  ev îşareteke ku ev doza di derbarê kesên bi destê dezgehên tarî yên dewletê hatîn kuştin û bê serûşûn winda bûyîn û heta niha ne kujerên wan kifş bûne ne jî lêpirsîne berfireh pêkhatiye, dixweyê girtina Eymur destpêkeka pêvajoya darizandina berpirsên dezgehên tarî yên wê demê ye.

Ev kuştin hemû di dema Tansu Çiler serokwezîr bû û Mehmet Agar wezîrê navxwe bû hatine kirin. Nêzikî 17 hezar hatin kuştin û bê serûşûn çûn û winda bûn.

Binçav kirina Eymur dibe îşaretek ku ev doz dirêjê Tansu Çiller jî bibe û ew qonaxa ku Çîler serokwezîr bû bête lêpirsîn. Dê ev yek bibe destpêka zelalkirina demek tarî li Tirkiye û Kurdistanê.

Rojevakurd

Back to top button