Kampanya çandina dara dest pê kir

Li gora nûçeya Kurdistan Tv-ê, bi beşdariya Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Dr. Berhem Salih kempeyina çandina 5 milyon daran li Kurdistanê de dest pê kir.

Her ji bo vê mebestê îro Serokwezîrê Kurdistanê Dr. Berhem Salih û hijmareke Wezîr û Parêzgarê Hewlêrê serî li Devera Mexmûrê xistin û bi awayekî fermî dest bi kempeyina çandina 5 miliyon daran kirin.

Weke tê zanîn li gorî ev kempeyina han biryare bi piştgîrî û hevkariya Hikûmeta Kurdistanê vê îsal 5 miliyon dar li seraserê Kurdistanê de werin çandin.

Nêrînek

  1. Gaveke bash e. Mantalîte neyê guhertin, chandina bi milyaran daran jî vala ye..\r\n\r\nDi baxcheyên zarokan (dibistanên dê-bavtiyê, 0-6 saliyan) û dibistanên seretayî de divê bo parastin û girîngiya xwezayê ders bên dayîn.\r\n\r\nDivê bi gishtî pirsgirêka elektrîk, germkirinê bê safîkirin, pêdivî bi sûdwergirtina ji daristanan nemîne.\r\n\r\nDivê di warê chandinî, cotyariyê de li Bashûr shoreshek bê kirin.\r\n\r\nGelek pêshniyarên min hene.

Nerîna min :