Salek nameyek ji Barzani re rêkir
Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê nameyekî ji Elî Nasir Mihemed Serokê berê yê Komara Demokratîka Netewiya Yemenê (Yemena Başûr) wergirt ku eve jî naveroka wê ye:
Birayê ezîz û delal
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
Silavên xwe yên pêşkêşî we dikîn û em xweşhalîn we agahdar dikîn ku li sazkirina yekemîn kongreya başûr ya rola parêzgehên Başûrê Yemenê ku li navbera bîst heta bîst û duyê vê mehê li Qahîre ji bo peydakirina rêyên diyarkirina çarenûsa gelê me dihête sazkirin.
Gelek bi girîngiyê ve bi duvdaçûna li ser ezmûna we ya ji bo damezrandina Herêma Kurdistanê li çarçêweya dewletekî federalî dikîn bi pişt bestina bi destûra demokratîk ku bi zêdehiya dengan ji aliyê gelê Iraqê ve deng li ser hatiye dayîn, ku dikare bibê mînakekî ji bo wan gelên ku xebatê bi navê rizgarbûna ji zalbûnê û hewlên jêbirinên taybet û nasnameya nîştimanî dikin. Li vî warî de beşdarvanên kongreyê gelek bi girîngiyê ve guh bidin gotara Mamosta Fexrî Kerîm dostê kevinê gelê me ya di derbarê ezmûna pêşengê cenabê we bûn.
Birayê têkoşer Mesûd Barzanî em dixwazin bingeha pêwendiyekî bi hêz li navbera her du gelê Yemen û Kurdistanê dirust bikin. Serokê birêz spas û rêzên me qebûl bikin bi hêviya serkeftin û pêşkeftina berdewamiyê ji bo we û gelê we dixwazîn.
Birayê we Serok Elî Nasir Mihemed