Cîhan

Le Koreya Başûr balefirek a rêwiyan kete xwar

Li Koreya Başûr balafira rêwiyan a ku 175 rêwî û 6 karmendên balafirê hebûn li Balafirgeha Muan ji pîstê derket. Hejmara kesên di qezayê de mirin derket 85an.

Li gorî nûçeya ajansa Yonhapê, li gorî agahiyên destpêkê, di balafira ku 175 rêwî û 6 karmendên balafirê li Koreya Başûr de 85 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Di bûyerê de agir bi balefirê ket û Timên agirvemirandinê midaxelekirin û rêwiyek karmendek xilas kirin.

Tê texmînkirin ku di balafira ku 181 kes tê de bûn 179 kes mirin.

Balafira ku ji hêla Jeju Air a Koreya Başûr ve tê xebitandin, li Balafirgeha Navneteweyî ya Muanê daketibû dema ku ket xwarê, rayedarên agirkujê yên herêmî ragihandin. Dîmenên ketina balafirê nîşan didin ku balafir li ser zikê xwe dadikeve pîştê, ji pîstê derdikeve, li berbendekê dixe û diteqe.

Medyaya herêmî ya nûçeyan ragihand ku lêdana çûkan bûye sedema têkçûna kelûpelên daketina balafirê û ji ber wê jî balafir bi awayekî lezgîn dadikeve.

Di nûçeyên medyaya herêmî de hat îdiakirin ku di kelûpelên daketina balafirê de xeletî derketiye. Serokê Demî yê Koreya Başûr Choi Sang-mok ferman da ku ji bo xebatên rizgarkirinê hemû xebatên pêwîst bên kirin. Ji bo tesbîtkirina sedema qezayê lêkolîn hat destpêkirin.

Li gorî nûçeya ajansa Yonhapê, hemû seferên balafirgeha Muanê heta daxuyaniyeke din hatin betalkirin. Di daxuyaniya xwe de şîrketa balafiran ji ber qezayê lêborîn xwest û diyar kir ku dê tedbîrên pêwîst bên girtin.

Di dîmenên ku ji aliyê MBC-TV ve hatin weşandin de, yek ji motoran dema ku nêzî balafirgehê dibe, di demek kurt de agirek mîna teqînê vedide.

Back to top button