Cîhan

Îstîxbarata Rûsyayê: Brîtanya plan dike ku êrîşên terorîstî li ser bingehên Rûsyayê li Sûriyê organîze bike

Servîsa Îstixbarata Derve ya Rûsyayê (SVR) îdia kir ku îstixbarata Brîtanyayê plan dike ku êrîşên terorîstî li dijî baregehên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê organîze bike.

Di daxuyaniya SVR’ê de, kiryarên DYA û Brîtanyayê yên li dijî Sûriyeyê hatin nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat îddîakirin ku DYA û Îngilîstan ji bo rewşa kaotîk a li Rojhilata Navîn pêk bê, hewl didin rê li ber aramkirina rewşa Sûriyeyê bigirin û wiha hat gotin: “Washington û London difikirin ku bi vî rengî dikarin bi lez û bez bigihîjin armancên xwe yên jeopolîtîk. ”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku DYA û Îngîltere dixwazin baregehên Rûsyayê yên li Sûriyeyê bên rakirin û ev tişt hatin destnîşankirin:

“Îstixbarata Brîtanî plan dike ku êrîşên terorîstî li dijî hêmanên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyê organîze bike. Di vê mijarê de rola milîtanên DAÎŞê rêxistina terorê yên ku ji girtîgehan hatin berdan ji aliyê rêveberiya nû ve hat dayîn. London û Washington difikirin ku provokasyonên bi vî rengî dê Rûsyayê teşwîq bike ku leşkerên xwe ji Sûriyê derxîne. Ji ber vê yekê rêveberiya nû ya Sûriyeyê wê bi wê yekê were sûcdarkirin ku nikare komên radîkal kontrol bike.”

Back to top button