Cîhan

Lavrov: Veberhênana Rûsyayê di sektora enerjiyê ya Iraqê de 19 milyar dolar derbas kiriye!

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku veberhênana Rûsyayê di sektora enerjiyê ya Iraqê de gihîştiye zêdetirî 19 milyar dolaran.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê di merasima 80 saliya damezrandina peywendiyên dîplomatîk di navbera Yekîtiya Sovyeta berê û Iraqê de axivî.

Beşek axavtina xwe de Lavrov got: Têkiliyên dîplomatîk di 9ê Îlona 1944an de hatin avakirin. Wê demê serokatiya Sovyetê bi giranî li ser pêwîstiya destpêkirina hevkariyeke nêzîk bi cîhana erebî re difikirî. Ji wê demê û vir ve, di 80 salên borî de, welatên me bi domdarî hevkariya dualî li seranserê cîhanê berfireh kirin û xurt kirin.

Hevkariya me di salên 1970 û 1980 de geş bû. Di Nîsana 1972an de Yekîtiya Sovyetê bi Komara Iraqê re Peymana Dostanî û Hevkariyê îmze kir. Kargehên pîşesazî, rêyên hesinî, santralên elektrîkê û hêmanên din ên berhemanîn û jêrxana civakî li Komara Iraqê bi alîkariya pisporên me hatin avakirin û wek stûna aboriya niştimanî bûn. Moskow di nav hevkarên bazirganî yên Bexdayê de cih girt. Zanîngehên Sovyetê ji bo aboriya Iraqê pisporên pir jêhatî perwerde kirin.

Berdewamiya axavtina xwe de wezîrê derve yû Rusyayê dibêje: Têkiliyên çandî, mirovahî, zanistî û perwerdehiyê bi xurtî pêşve diçin. Em kevneşopiya xwe ya baş diparêzin. Bi hezaran welatiyên Iraqê li zanîngehên Rûsyayê dixwînin. Wek mînakeke erênî, ez dixwazim pratîka sazkirî ya organîzekirina kursên bilindkirina pîşeyî ji bo karmendên Wezareta Derve ya Iraqê li Akademiya Dîplomasî ya Wezareta Derve binirxînim. Akademiyê heta niha zêdetirî 450 dîplomatên Iraqî perwerde kirine.

Li gorî Lavrov herî zêde hevkariya Rûsya û Iraqê di warê neft û gazê de ye. Wî got ku kompanyayên rûsî Lukoil, Gazprom Neft û Rosneft li Iraqê kar dikin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê her wiha got, Iraq yek ji hevkarên sereke yên Rûsyayê ye di warê peywendiyên bazirganî yên di navbera welatên erebî de.

Lavrov got: “Em gelek spasdar in ji bo xebatên berhemdar ên Komîteya Hevkariya Rûsya û Iraqê di warên bazirganî, aborî, zanistî û teknolojiyê de.”

Iraq yek ji wan welatan bû ku êrişa Rûsyayê ya Adara 2022an li ser Ukraynayê şermezar nekir û ji wê demê ve têkiliyên xwe bi wê re didomîne, tevî cezayên ku ji hêla gelek welatên rojava ve li ser Moskowê hatine sepandin.

Lavrov got: “Ez bawer im ku têkiliyên di navbera Rûsya û Iraqê de dê berdewam bin.”

I

Back to top button