Civak

Di qetilkirina Narînê de dayik û bira jî di nav de 8 kes hatin girtin

Lêpirsîna Narîn Gûran a 8 salî ya li Amedê hat qetilkirin berdewam dike. Di çarçoveya lêpirsîna ku hat kirin de dayik, bira û mamê jî di nav de 8 şikbar hatin girtin, 4 kes jî bi biryara kontrola edlî hatin berdan.

Dayik Yuksel û birayê mezin Enes Gûran bi îdiaya “beşdarî sûcê kuştina bi qestî bûne”, mamê Fuat Gûran bi îdiaya “îmhakirina delîlên sûc” hatin girtin û 5 gumanbarên din jî bi hinceta ku delîlê tawanê veşartine hatin girtin.

10 kesên ku bavê Narîn jî di nav de ye ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan.

Di nav gumanbaran de mamê Narînê Kurtuluş û Omer Faruk Gûran û hevjîna wî Melîke Gûran û R.A. yên ku hat hînbûn xebatkarên Salim Gûran in. Bi biryara kontrola edlî hat berdan.

Mamê Narînê, Salim Gûran û Nevzat Bahtiyar di çarçoveya lêpirsîna kuştina Narîn Gûran de di 2’ê Îlonê de hatibû binçavkirin hatin girtin. Bi vî awayî hejmara girtiyên têkildarî bûyerê derket 10’an.

Back to top button