Laleş Zerdo: Qunbil
Qunbil ziyanan dike
Tov di peritîne
Lib bi lib dimije
Ewr kermokan bi ser dêmên rojan de diweşîne …..
Jiyan …
Li serad û çerxeke bê ol dikeve
difiride ….
Hildiweşe ….
Erzan xurde dibe
Temen …
Dibe kozera cêza genimekî sor di lodeke kevnar de
Hino hino … dirize …
Lat bi lat …tovekî nûhatî dihêre
Dem diherike
Roj .. di salên xwe de dizîzikin
Qîr …
Di dengê xwe de
Li Duryakên sed rê
Di terpilin …
werb dibin …
di tewirin û dibilin
Dibe … tiq-teqa Qunbil
Bi xiloxavya wan … dikene …
li wan topraxan…
Serûdeke mest , xweydaneke sar …
Cotkarekî bê liv dimînim .
Hîn …
Li çarox û Gorên xwe
Li nîr û enbûrên berê ,
Li dengekî zelal û
Biloreke bilind digerim…
Xûz dibin
Hasten mi yên bê kêr
Hino-hino
Bi ser kevya dengekî tûjde
Dixilin …
Qunbil ziyanan dike …
Sistim …
Çima ..
xilmete tûrikê min ?
Westyayîne gavên radayî ..?
Xirin di beza xwe de …
Bê newq kefti-leftekê dikin …
Çewt û bê serî
Ber bi qadeke stwir û berfireh de
Di çim …
Ramanên xwe yên veşûştî
Di zivistanên dînoke de
Bi beyareke ne şûvkirî de
Werdikim û
diçînim.
Xewnên pîr-teze vedciniqin
Çeng dibin,
di xulxulin
Dûman
xwe li oxiran digerîne
Poz reş û bêhin çikandî
Radimidim
Şevbuhêrk
di tilyên bûkan de ,
dibin hungulîsk û diçirisin
Li dest-girtyên xwe
Bi cemîlê Seyda , Emînê Ehmed ,
Dawidê Dewed û bavê Kor Oxilî re
Digerin …
Hawe-hawa mine
Mîna siwarekî cirîdê
Bi ser pişta hespekî şemûs di kevim
Tûj…
dajome ser birînê
Qope-qopa mine
Şeran dibêjim
Zimmîn
Li best û evarên min dikevin
Tewş dibim
Di tewşbûna min de
Tenûr di sincirin
Hewl didin , genimekî lib sor
Di şînbûna xwede
Di kurkusim …
Cuda-cuda …
Tewşo mewşo
Qulûz-qulûz …
Di sûrikim
Firkbûna xwe , li xwe dizîvirînim
Pey Qunbilekî bê cir
Dikevim
Dibe kuxte-kuxta min
Bela-wela
Ber bi wî de
Li nexweşyên tevgereke nexweş
Di terpilim
Di hev werdibim
Hew di zanim
Ne nexweşim
Ne ser xweşim … tenê dizanim
Qunbil ziyanan dike .
Qunbil ziyanan dike .
Laleş Zerdo