Polîtîk

PYD nahêle hêzik din li Rojava hebê

Li Rojava Kurdistanê Rojên pir hesas û dijwar derbas dibin û gelê me rastî êrişên komên çekdar tên.

PYD nahêle hêzeke din ya kurdî li rojavayê Kurdistanê hebe û dixwaze nîşan bide ku tenê ew û alîgirên wê hene Rojavayê diparêzin.

Ciwanên 17 heya 20 salî dişîne pêşê şerê ,dema xelkên sevîl û Endamên Partîyên din dihên kuştin bi lez ala YPG ê dadene ser Cenazên wan û ser xûna wan reklam dike û pêşerojê bibêje me ev qasî Şehîd dane ” we çi kirê ,Lê xelkê Rojava ji bo Welatê canê xwe fîda dikin na ji bo PKKê û PYD.

Hemû Kes dezane û eşkere bi rejîma Sûryê re harîkarî dikin û herêm bi şerê navxweyî re rûbirû maye bi vî awayî jî rê li ber serkeftina tekoşîna Rojavayê Kurdistanê bigire.

Serokê PYDê Muslim çû Îranê û vegeriya niha piştgiriya rejîma Îranê dike û debêje ! Îran piştgirya mafên kurdan li Sûriyê dike” gelo rejîma Îranê çima gelê xwe Înkar û qetil dike !?.PKK û Hevalbendên wê dixwazin bi sîlehan û darê zorê siyaseta kurdî desteser bikin.

PYDê rê li ber çêbûna îdareya hevpar ji bo bajarên Rojavayê Kurdistanê girt û wê bi tena serê xwe û yekalî û bi hêza çek û bi piştgîriya rejîma Sûrya; destê xwe daniye ser her tiştî, rê li ber wê yekê girtiye ku ji bo parastina ax û xelkê Rojavayê Kurdistanê, çek di destê ti partiyeke din de hebe!.

Em Bang li hemû partiyên Bakur û Başûr û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê dikin ku pir ciddî li ser yekalîtiya ku PYD li Rojavayê Kurdistanê dimeşîne rawestin, ji ber derfeta ku niha ji Rojavayê Kurdistanê re çê bûye, dixe nav metirsiyeke pir mezin ya jinavçûnê!.

BIJÎ KURD Û KURDISTAN

10/08/2013

Tevgera Şoreşgerên Araratê

Back to top button