Polîtîk

YPGê nehişt Rûdaw dengê koçberên kurd bigihîne cîhanê

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) rê neda nûçegihanê Rûdawê rewşa koçberên kurd yên herdu gundên Tileran û Tilhasilê, tê îdîa kirin komkujî li dijî wan çîbûye, rewşa wan bişopîne û dengê wan bigihîne cîhanê.

Nûçegihanê Rûdawê li Efrînê ragihand ku wî çend caran serdana kampa koçberan li nêzîkî navçeya Kefer Cene ya Efrînê kir, ji bo çend raportan li ser rewşa wan çêbike.

Nûçegihanê Rûdawê tekez kir ku wî razîbûna Desteya Bilind ya Kurd (DBK) û Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê jî wergirtiye daku serdana kampa Kefer Cenê ya koçberên Heleb, herdu gundên Tileran û Tilhasilê bike, lê rêveberiya kampê ku di bin kontrola YPGê de ye qebûl nekiriye.

Nûçegihanê Rûdawê diyar kir ku rêveberên kampê jê xwestine biçe destûrê ji televizyona Ronahî ya ser bi PYDê ve werbigire daku derbasî nava kampê bibe.

Tiştê balkêş di vir de ewe, gelo çi pêwendiya televîzyona Ronahî û standina destûra serdana kampê heye.

Ev ne cara yekê ye ku YPG û saziyên din yên ser bi PYD ve rê li ber peyamnêrên Rûdawê ku ji nêzîk ve rewşa li Rojavayê Kurdistanê bişopînin, digirin

Berî niha, şervanên YPG rê li ber tîma Rûdawê li Qamişlo, Amûdê û Kobanê jî girtin û nehîştin bûyerên li wan bajaran bişopînin.

Tora Medyayî ya Rûdawê, toreke serbixwe ye û bûyerên li her çar parçeyên Kurdistan-cîhan û her dereke kurd lê hebin dişopîne, ji temaşevan û guhdaran re pêşkêş dike.

Back to top button