Cîhan
Kuştina Ladin bû cihê dilxweşiya xelkê Amerika

Kuştina serokê El Qaîdê Bin Ladin li Amerîka ji aliyê xelkê ve bi coşek mezin hate pêşewazîkirin.Dema xebera kuştina Ladîn gihat Obama cara yekem agadarî da serokê berê yê Amerîka Bush.
Herweha serokwezîrê Îngiltere David Cameron di daxuyaniyekî de da eşkerekirin ku, bi kuştina Bin Ladin gelên cîhanî nefesek berfireh girt. Cameron got ku , Ladin berpirsiyarê kuştina bi hezaren insan bû, di nav wan de hevwelatiyên Ingiltere jî hebûn.
Serowezîrê israîl jî da xuyakirin ku, kuştina Bin Ladîn desteftiyek mezin ya demokrasiyê ye. Natanyahu di vê derbarê de got: Ev yek serketina hevkariya welatên demokratik ya dijê terorîzmê ye.