Cîhan

Ladin hate kuştin

Medya Amerîkî ragihand ku serokê rêxistina El Qaide Usama Bin Ladin ji aliyê hêzên Amerîkanî ve hatiye kuştin. Gelek caran ji aliyê medya cîhani ve kuştina Ladin hatiye ragihandin. Lê vê care tê gotin ku termê Ladîn di destê hêzên çekdarên Amerîkani de ye.

Di vê derbarê de serokê Amerîka  Barack Obama jî da xuyakirin ku, hêzên Amerîkî bi xebatek îstixbaratî cihê Ladin kifş kirine û encama operasyonek leşkerî ew hatiye kuştin. Serokê Amerîka dibêje: Hêzên çekdarên Amerîka, Bin ladinê terorist û yê ku berpis ji kuştina bi hezaran, jin, zarok û gencan bi encama operasyonekî hatiye kuştin.

Herweha di daxuyaniya xwe de serokê Amerîka da kifşkirin ku,şere wan li dijê terorizmê ye, ne li gel islamiyetiye.

Back to top button