Rejima Sûrî berê xwe da kurda
Li gora nûçeya malpera Reuters, ku Ebdul Qadir Xeznewî û Ebdul Semed Elî roleka wan gelek girîng di xwepêşandanên ji roja 15-ê Adara meha çûyî ve yên dijî sîstema serokê Sûrî Bişar Esad hebû.
Her di vê derbarê de Mersed Elsûrî ya mafê mirovan ragihand ku, hêzên ewledarîya Sûrîya li bajarê Reqa ya li bakurê Sûrî çalakvanê di biwarê mafê mirovam parêzer Ebdul Celîl Xelîl girtin, ji ber ku wî rexne li hêzên ewledarîya Sûrî li ser awayê bi karanîna tund û tujî li dijî xwepêşanderan girtîye.
Ji alîyekî din ve, di nav leşkerên Sûrî de gelek leşker ji alîyê hêzên ewledarîyê ve têne kuştin, ji ber ew biryara kuştina xwepêşanderan ret dikin û naxwazin wan bikujin.
Fener Mustefa kurdek bû ku leşkeriya xwe dikira. Di dema xwepêşandanan de, Fener fermana efserên xwe ya kuştina xwepêşandaran qebûl nekir. Ji bo vê yekê jî fermanadrên wî ew kuştin. Fener doh li gundê Giryawê bi amadebûna 2 hezar kesan hate veşartin.