Polîtîk

Kurdên nav El Qaîdeyê

Parêzgerê taybet ê Usama Bin Ladîn, Nasir Behrî (1996 heta 2000) eşkere kir ku Usama Bin Ladîn dû gulle dabûnê û jê re gotibû her dema hat girtin wî bikuje, da bi dîlî nekeve dest. Behrî herwiha dibêje kurdên di nav El Qaîdeyê de jî sê grub bûne.

Behrî wê yekê jî eşkere dike ku li Afxanistanê di nav El Qaîdeyê de kurd di nav xwe de sê beş bûne. Behrî ku her ji ber wê grubçîtiya nav El Qaîde ji Usama Bin Ladîn veqetiyaye dibêje: ‘’Yek ji pirsgirêka min ligel Qaîde hatina grûbên îslamî yên berbelav bû, ligel filistînî, urdunî, kurd û îraqî, behrênî jî di nav xwe de dû grub bûn, kurd sê grub bûn, cezaîrî sê grub bûn, misrî dû grub, tunisî sê û morîtanî jî dû gryb bûn, her kes bi mêjiyê xwe tevdigeriya.’’

Nasir Behrî wê yekê jî eşkere dike ku Usama Bin Ladîn dû gulle dabûnê û jê re gotibû her dema ku hat girtin wî bikuje, da bi dîlî nekeve dest. (Rûdaw)

Back to top button