Serokê parlamentoyê û serokê hikûmetê civiyan
Îro duşemiyê, Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, hevrê digel Alî Sindî wezîrê pilandannaê, serdana parlamentoya Kurdistanê kir û ji aliyê Kemal Kerkûkî serokê parlamentoyê ve hat pêşwazî kirin.
Di dîdarekê de ku Erselan Basyîz cîgirê serokê parlamentoyê û Ferset Ehmed sekreterên parlamentoyê amade bûn, Kemal Kerkûkî bigiringî behsa civînên peryodîk yên di navbera serokatiya hikûmetê û serokatiya parlamentoyê kir û got ku ji bona lihevnêzîkirina bîroraya, zîdetir hevahengiya navebra her du aliyan, çavdêrîkirina karûbarên hikûmetê, amadebûna wezîran li parlamentoyê ji bo minaqeşekirin budceya herêma Kurdistanê ev serdan û civîn gelek giring in.
Konseya serbixwe ya mafê mirovî li Kurdistanê û diyarkirina serokekî/ê bo wê konseyê mijareke din a dîdara hikûmet û parlamentoyê bû.