Kurmancî û Soranî : Du zarave yan du zimanên cuda ?
Azad Makûyî *
Ziman : Mirov bi asayî raman, bîr û bawerî, hest, vîn û xwestekên xwe bi zimîn beyan dike ku bi du awayên devkî û nivîskî ye . Ew bi hevokan dirame û diaxive . Hevok jî koma ewan peyvan e ku bi awayên rast ên rêzimanî û mantiqî li kêleka hevdu bin heya ku bikaribin wateyeka durust pêk bînin . Ev yek jî yekîneyeka zimanî çêdike .
Mînak :
Rizgar rêzefîlman dinihêre . ( Hevok e, ji ber ku him ji hêla rêzimanî va him jî mantiqî va rast e ) .
Balafirê Rizgar xwar . ( Hevok e lê ne rast e, ji ber ku tenê ji hêla rêzimanî va rast e û ji hîla mantiqî van e rast e . Balafir mirovan naxwe )
Ziman û nêrînên heyî :
1- Nêrîna rêzimanî : Rêziman zimên ew cureyî ku divê bibe lêvedikole û lêhûrbînê li ser dike . Rast û nerastbûna wê tîne berçav . Ji bo vê yekê jî, berhemên kilasîk,zargotinî ( folklore ) bingeh digire . Ji ber rewşa taybet a li ser zaraveyên zimanên Kurdî, nêrîna rêzimanî baştir e û pêşîya têkçûna zimên û mudaxileyên nebaş digire .
Mînak :
Serokwezîr îmza xwe avêt . Ev pey bi peyv ji tirkî hatiye wergerandin bêyî ku bingeha zimanê armanc ( Kurdîya Kurmancî ) berçav bigire .
Di Kurdî da, mirov kevir,kuçik,… diavêje, ne îmzeyan . Îmze kirin yan jî wajû kirin durust e .
Hevoka yekem ne rast e . Ji ber ku wergera peyv bi peyv ji tirkî ye . Rêziman li gorî çavkanîyên kilasîk îsbat dike ku Kurdîya wê ya rastîn ev e :
Serokwezîr îmze kir / Serokwezîr wajû kir . ( Durust )
2- Nêrîna zimannasî : Zimannasî zimên ew cureyî ku heye dinirxîne û li ser lêkolînan dike .
Rêziman : Lêkolîna pergalîya beşên ku zimanekî çêdikin ra rêziman dibêjin ku bixwe jî dibe çend beşên jêrîn :
a- Avanasî yan zanista avayên ( dengên ) zimanekî ( phonetique ).
b- Peyvnasî yan zanista peyvan ( lexicologie ) .
c- Zagonên rêzepeyvan yan koma zagonên li bara rol û peywendîyên peyvan di hevokê da ( syntaxe ) .
Peyvnasî bixwe jî dibe çend beşên wekî rîxtnasî ( morphlogie ) ,bilêvkirin, rênivîs ( ortographe ),rîşenasî ( etymologie ), watenasî ( Sémantique ) .
Mirov dikare li bara mijarên jorîn yeko yeko pirtûkan binivîse û rîya pêşveçûnên rastîn ên zimanî ji bo zimanên Kurdî vebike, wê demê rastî ji hesatyarîyê dûr dikeve û tê holê . Ew dem mirov dikare bibêje ka zimanek çiqasî dewlemend e yan na .
Ev demek e ku li bara zimanê pîvankî, yekbûna alfabê,fermî û nefermîtîyê,dijberîya axêverên hin zaraveyan hember hin ên din, … tenûr germ e û hin nîqaş tên kirin . Ev yek bû hokarekê ku ez ji xwe bipirsim gelo Kurdî ziman e ? Gelo Kurmancî û Soranî her du jî Kurdî ne ? Gelo Kurmancî û Soranî du zimanên cuda ne ? …
Ez li ser vê pirsa dawîn rawestiyam ji bo ku bibêjim eger her du zaraveyên zimanekî ne ( rewşa ewan a heyî ne ya berî hezaran sal ), pes pêwîst e alfabêyeka yekgirtî ji bo ewan wekî zimanekî yek hebe, eger du zimanên cuda ne, pêwîst nake li ser yekbûna alfabê nîqaş bibin . Wê demê divê Kurmancî jî wekî zimanê Tikemenan, Asûrîyan, … li Başûrê Kurdistanê bê nasîn û qedexeya li ser wî bê rakirin . Em ê vê yekê bi awayekî zanistî bi hevdu ra bikolin û di dawîyî da wekî dadwerekî encamê bigirin .
Cudayên zimanî yên Kurmancî û Soranî
1- Cinsê peyvan
Di Kurmancî da her peyvek an mê ye jî nêr . Ev taybetmendî di gelek zimanên din wekî firensî da jî heye .
Mal : Ev malê min e ( These are my properties / Ev darayîya min e, pereyên min in, … )
( nêr )
Ev mala min e ( This is my house/home / Ev xanî / derbanê min e )
( mê )
Di Soranî da wekî farisî mê û nêrbûna peyvan tuneye .
2- Cînavên kiryar
Di Kurmancî da ji bo piranîya demên niha û bê cînavên kiryar ( ez,tu,ew,em,hûn,ew(an) tên û sa piranîya demên borî ( min.te,wî,wê,me.we,ew(an) bikar tên .
Kurmancî : Ez dibînim . Min dît .
Soranî : Min debînim . Min bînîm .
Di Soranî da ji bo hemû deman ( min,to,ew,ême,êwe,ewan ) bikar tên .
3- Dem
Him hejmar û him jî bingeha deman di Kurmancî û Soranî da ji hevdu cuda ye .
Mînak :
Dema bê di Kurmancî da wiha çê dibe ( navdêr/ cînavê kiryar + ê/yê/dê + bi+rîşa lêker+paşpirtik
Kurmancî :
Ez ê/dê Kurdî binivîsim, tu yê/dê Kurdî binivîsî,Ew yê/dê Kurdî binivîse,em ê/dê Kurdî binivîsin, hûn ê/dê Kurdî binivîsin, ew(an) ê/dê Kurdî binivîsin ( Dema bê ) .
Ez Kurdî dinivîsim, tu Kurdî dinivîsî,ew Kurdî dinivîse, em Kurdî dinivîsin,hûn Kurdî dinivîsin,ew(an) Kurdî dinivîsin ( dema niha ).
Soranî :
Min Kurdî denûsim,to Kurdî denûsî,ew Kurdî denûsê,ême Kurdî denûsîn,êwe Kurdî denûsin,ewan Kurdî denûsin ( dema bê ) .
Min Kurdî denûsim,to Kurdî denûsî,ew Kurdî denûsê,ême Kurdî denûsîn,êwe Kurdî denûsin,ewan Kurdî denûsin ( dema niha ) .
Ev him dema niha him jî dema bê ye, yanê her du dem di Soranî da bi awayekî ne . Cîvakên kiryar,rîşa lêker,pêşpirtik,paşpirtik gişt ji hevdu cuda ne .
4- Zincara hevnişînî
Di her zimanekî da peyv li gor zagoneka taybet li rex hevdu radiwestin û eger wisan nebe hevok durust nebe .
Mînak : I always ask them to speak Kurdish at home . ( Ez herdem ji ewan dixwazim di mala xwe da bi Kurdî biaxivin ) .
Zincara hevnişînîya herî sade ya înglîsî div ê hevokê da ev e :
Cînav ( navdêr ) + hokera dubare + lêker + têrker + hokera awa + cih + hokera dem
Eger mirov bibêje : to speak at home ask I them alaways .
Ev ne rast e , ji ber ku jidûhev rêzbûna peyvan divê li gor zagonên zincîra hevnişînîya înglîsî be û tenê hevoka yekem durust e .
Ev zincîr di hemû zimanan da wekhev nîne û nîşaneka cudayîya zimanan e .
Je leur ai demandé de parler Kurde chez eux . ( Kurmancî : Min ji ewan xwest di mala xwe da bi Kurdî biavivin / Soranî : Min dawam lewan lêkirdin le malewe bi Kurdî qise bikin)
Zincara hevnişînîya herî sade ya firensî div ê hevokê da ev e :
Navdêr ( cînav ) + têrker neyekser + lêker + têrkera yekser + hokera cih
Ev zincîr, wekî di hevokên jorîn da jî diyar e, di Kurmancî û Soranî da jî ji hevdu cuda ne ) .
Minakek din :
Ez herdem ji ewan daxwaz dikim li mala xwe da bi Kurdî biaxivin .
Cînavê kiryar + hokera dem + daçek + cînavê têrker + lêker + hokera cih + lêkera kesandî ya duduyan .
Emin pêyan delên hemîşe le malîyan digel mindalekanîyan kurdî qise bikin .
Cînavê kiryar + daçek û cînavê têrker + lêker + hokera dem + hokera cih + daçek + têrker + lêkera duduyan .
5- Kesandina lêker
Awayê konayî ( ergative ) di Kurmancî da heye lê di Soranî da tuneye .
Kurmancî :
Min zarok dît . ( I saw the child / J`ai vu l`enfant )
Min du zarok dîtin . ( I saw two children / J`ai vu deux enfants )
Soranî:
Min mindalim bînî . ( I saw the child / J`ai vu l`enfant )
Min du mindalim bînî . ( I saw two children / J`ai vu deux enfants )
6- Diyar û nediyar
Ez pirtûkê dixwînim ( diyar ) .( I read the book . / Je lis le livre. )
Pirtûk tê xwendin ( nediyar ) . ( The book is read . / Le livre est lu . )
Min pirtûkekê dexwênimewe ( diyar ) . ( I read the book . / Je lis le livre. )
Pirtûk dexwêndirêtewe ( nediyar ) . ( The book is read . / Le livre est lu . )
Encam:
Ne kurmancî ji Soranî sertir e ne jî Soranî ji Kurmancî . Her du jî di cihê xwe da xwedî rêz in . Her du jî du zimanên cuda ne lê bingeh û çavkanîya ewan yek e ( wekî digel farsî ) . Sepandina tiştekî bi navê zimanê yekgirtî ne zanistî û ne jî li gor dilê gelê Kurd e . Bi cihê qexekirina perwerdeya Kurmancî li Başûr divê rîya pêşveçûna wê vebibe .
………………………………………
*Azad Makûyî li Zanîngeha Tehran`ê mamosteyê zimanê firensî ye .