Akademiya Dadweriyê ji bo pêşxistina îmkanên sîstema edaletê gaveke giring e.

Taha Berwarî*
Yek ji xalên stratejîk û giring yên prosesa çaksaziyê ku, birêz Masûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê dest pê kiriye, fermana vekirina Akademiya dadweriyê ye, ji bona ku hemû dadwer (hakim) piştî qetandina akademiya dadweriyê dereceya dadwer werbigire. Bê şik eger karekê baş ji bo vê akademiyê bê kirin, dê ji bo serweriya qanûnê li herêma Kurdistanê bibe destpêka gaveke giring. Ji ber vê yekê ev fermana pîroz, ji bo sîstema dadweriyê li herêma Kurdistanê, cihê pesindan û geşbînîyê ye.
Ev gava pir giring a serokê herêma Kurdistanê wisa dike ku, ez vegerim û li ser hewl û xebatên berê biaxêvim û projeyekî giring ji bo xizmeta katagoriyeke giringa Kurdistanê ku, ew jî warê werziş û gêncên welatê meye, li bîr bînim.
Di dema karkirina min weke wezîrê spor û gêncan di hikûmeta herêma Kurdistanê de, piştî demeke kurt, ji bo min diyar bû ku, valahiyeke gelek mezin di astê şiyanên saziyên hikûmetê de heye. (Min di nivîsa xwe ya di roja 16.04.2011ê de li kovara Sivîl hetî weşandin de, behsa hejariya profesyonalîzma saziyên Kurdistanê kiriye.)
Hestkirina me bi valahiya şiyanên saziyên hikûmetê wisa kir ku, yek ji xebatên me yên stratejîk li wezareta spor û gêncan karkirin be ji bona geşepêdana şiyanên gêncan (empowerment) ku di heman demê de bi şiyanên mirovan jî tê nav kirin. Bi vê armancê di meha 12ê sala 2006ê de li weşanxaneya Aras, bi amadebûna rêzdar Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê wê demê, bernameya geşepêdana şiyanên gêncan ji bo dema çar salan me îlan kir, hijmareke ferhengxaneya li ser taserî Kurdistanê me vekirin û beriya bi dawîhatina mandata wezaretê, karkirin li ser heman bernameyê bo çar salên din hat dirêj kirin. Ez kêfxweş im ku wezareta xwendina bala ya kabîneya şeşê li ser heman prensîpan dixebite û dirêjiyê bi wê siyasetê dide û budceyeke taybet bo hatiye berdest kirin ku ew jî şandina xwendekarane bo welatên pêşkeftî ji bo timam kirina xandina bilind.
Li wezareta werziş û gêncan, baweriya me wisa bû ku karkirin ji bo gêncan wezîfeya hemû aliyan e, ji ber vê yekê me hewilda ku, ji bona xizmetkirina gêncan, bi yên dervey wezaretê re jî kar bikin û li ser daxaza wezareta spor û gêncan, bi razîbûna serokwezîrê hikûmetê, komîteya hevbeş a gêncan ji wezaretên peywendîdar hat pêkanîn û di çarçoveyê wê komîteya hevbeş de jî me gelek mihawile kirin ku karekê bêsînor û pirsektor bikin, lê……
Tevî pêwîstiya hebûna wê wezaretê û giringiya kar, pilan û bernameyên wê, dema kabîneya şeşê hat avakirin û biryara kêmkirina wezaretan hat dan, biryara nehêlana wezareta spor û gêncan jî hat dayîn. Wê demê min nexwest bikevime di nav minaqeşeyan de daku, tu kes şaş fêm neke û wisa tesewir bike ku armanca min ewe ciyê xwe, weke wezîr, biparêz im. Lê min gelek baş dizanî ku ew biryar biryarekê lezgîne, ji kûratiya rastiyên nav civaka Kurdistanê nayê, negihiştiye û li ser esasê şaş daye, lê belê biryar da û wezareta werziş û gêncan nehêla. Nuha bi zelalî diyar bûye ku piştî nehêlana wezareta spor û gêncan çi xisaretieyeke mezin gihiştiye siyaseta di warê werziş û gêncan de li herêma Kurdistanê.
Eger mirov bizav û çalakiyên gêncan li Kurdistanê bişopîne, mirov dikare bi ser sê qonaxan de dabeş bike:
Yekem: Qonaxa pêş damezrandina wezaretê. Duyem: Dema damezrandin û destbikarkirina wê. Sêyem: Qonaxa piştî hilweşandina wezaretê. Beriya damezrandina wezareta spor û gêncan xwepîşandanên gêncan hebûn, Di dema damezrandin û karkirina wezaretê de hemû xwenîşandan rawestan û piştî nemana wezaretê jî bi berfirehî xwepîşandanan dest pê kir ku gêncan roleke aktîv tê de hebû. Lê mixabin, heta nuha tu kesî li Kurdistanê ne pirsiye gelo sedema wê yekê çi bû?
Wê demê pilaneke stratejîk hebû ku, ew jî nexşerêya wezareta me a di warê werziş û gêncan de bû. Ew nexşerê bibû hêvî û umêda gişt gêncên Kurdistanê. Wezaretê siyaseta hikûmetî ya rêçkeşikên peyrew kir, Bi dîtina min lawaziya ferhenga hikûmetî bû sedemê piştguhxistina peyrewkirina wê siyaseta stratejîk ku, kevirê bingehîn li kabîneya pêncem bo wê hat danan. Wê demê wezaretê bi bawerî kar ji bo wê nexşerêyê dikir, lê di dema ragehandina wê nexşerêyê de, tevî dilxweşiya gêncan, guman û tirs ji wê yekê hemû ka dê kî garantiya bicihkirina wê bernameyê bike? Me jî, ji munteliqê dilsozî û rastgoyîya me bo pirsa gêncan, soza bicihkirinê wê nexçerêyê da. Nexşerêya wezaretê bo çareserkirina pirsa spor û gêncan, piştî bi biryareke civata wezîran hatî qebûl kirin, bû beşek ji program û karnameya hikûmetê, lê mixabin, ew guman û tirsa gêncan weke rastiyek derket holê.
Eger ez vegerim bo pirsa hejariya profesyonalîzma saziyên welêt, ku min di nivîsa xwe ya berê de tekîd li ser giringiya rahînanên armancdar û domdirêj bo saziyên welêt, di hemû waran de, weke pêdiwîstiyek bo bilindkirina sewyeya şiyanên saziyan û şiyanên mirovan, kir bû, li ber ronahiya damezrandina akademiyeke giring û hêvîbexiş, weke akademiya dadweriyê ku, yek ji wezîfeyên wê giringîdane bi peyrewkirina siyaseta dadweriyê li welêt û ev jî hêjayî piştgirî û hevkariyê ye.
Nuha bi germî kar li ser projeyê çakzaiyê yê serokê herêma Kurdistanê ku, hêvî daye hevwelatiyan, tê kirin. Ev prosese proseseke domdirêj e û gelek wext jê re lazime, tê çarêsêrkirin û hêvî jî heye ku ev siyaset di gişt waran de bê ajotin.
Gelek caran ez hizra xwe di wê yekê de dikem; gelo li gor çi pîvanan nexşerêya wezareta spor û gêncan ji aliyê hikûmetê ve ku, eynî lîst di kabîneya pêncem û şeşem de desthilatdar e, hat piştguhxistin? Gelo ev kultura hukimdariyê ku berdewamî tê de lawaz e, çi pêşketnan ji welêt re dê dabîn bike? Gelo mane karê nûnerên hilbijartiyên welêt e ku li ser van pirsan lêkolîn bikin? Galo mane wezîfeya mediya û rêxistinên peywendîdar e ku bi awayekî zanistî lêkolînê bo pirseke cidî ya bi vî awayî bikin? Dê çibe, eger bi awayekî berprisiyarî minaqeşeyeke fikrî li ser nexşerê, wê berhema giring û pir qîmet bê kirin, kar li ser bê kirin, kar û pilanên başên wê winda nebin, eger kêmasiyek jî tê de hebe bê serast kirin, daku berjewendiyên balayên Kurdistanê rênîşanderên me hemû aliyan be.
Di vê serdema me de her du warên werziş û gêncan li hemû cîhanê ciyê giringiya desthiladaran e û gelek caran jî xala giringa birina hilbijartinan e. Mînak jî, hilbijartinên Tirkiyeyê di 12.06.2011ê de, beriya hilbijartinan serokwezîrê Tirkiyeyê ragehand ku, kabîneya nû ya hikûmetê dê li gor pêdiwêstiyên îro yên Tirkiyeyê be û wezareta spor û gêncan jî weke wezareteke nû îlan kir. Ev jî giringiya her du warên werziş û gêncan nîşan dide. Bi zelalî tê îspat kirin ku me beriya welatên cîran kar ji bo warê spor û gêncan kriye û bername û pêlan jê re danan e.
Herwesa gênc dînamîzma wan şoreşan in yên ku, li vê dawiyê li welatê Tunis, Misir. Yemen û ….serîhilane û serîhildidin. Di xwepîşandanên bajarê Silêmaniyê jî de gêncan beşdarî û roleke mezin lîst. Hokarê sereke yê van hemû şoreş û xwepîşandanan jî gêncbûna şêniyên welat e û nebûna siyaseteke stratejîk di warê perwerde, bazar û kar, lawaziya edaleta civakî û beşdarînekirina gêncan di derxistina biryarên peywendîdar bi çarenivîsê gêncan ve. Vê yekê hemûyê jî gelek verêj heye, jiber hindê pêwîste li Kurdistanê, di çarçoveyê tevaya gavên cidî yên di xizmeta welêt de, bername û siyaseteke konkret hebe ku di xizmeta paşeroja gêncên welêt de be. Ji bona vê jî nexşerêya werziş û gêncan ku, bernameya hevbeşa hikûmet û gêncên Kurdistanê ye, û xebatên me yên dî wî warî de, garantiya pêwîstiya siyaset û bernameyekî kamil û domdirêj dike.
Serokê herêma Kurdistanê beşdarî di konfrensa sporê ya navdewletî ku, di nîsana 2009ê de li Hewlêrê hat saz kirin de, kir û haydarî wan xebatên mezin yên ku wezareta spor û gêncan di wextekê kurt de li ser astê navdewletî ji bona peyrewkirina federalîzmê di warê sporê de bidest xistine, bû.
Bi rêya wezareta werziş û gêncan re, herêma Kurdistanê, cara yekê li jêr alaya Kurdistanê beşdarî di şampyona kopa VIVA yê li welatê Swêdê de kir û nuha Yekêtiya Fotbola Kurdistanê di organa VIVA yê de endam e. Herwesa ji bona encamdana karên bi wî awayî di warê gêncan de bi rêya rêxistinên Neteweyên Yekgirtî û welatên din gavên cidî hatin avêtin.
Ji miteliqê têgehiştina min bo dilsozî û xemxoriya birêz Barzanî bo welêt, min hêvî heye ku, ew prosesa giringa di xizmeta çaksaziyê de li herêma Kurdistanê dest pê kirî, dê hemû waran vegire, ji ber hindê tevî berçavkirina giringî û pêwîstiya akademiya pêgehandina dadweran, careke din, ji bo vê gava hekîmane, destxweşiyê li hêja Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê dikim. Hêvîdar im pirsa pêgehandin a berdewan û geşepêdan u xortkirina şiyanên mirovî û saziyan li nav Kurdistanê di hemû waran de giringiyeke zêdetir pê bê dan.
Têbînî: Ev gotare di Kovara Civil jimare 89 li 25-6-2011 belav boye we birêz Nesret Hacî wergêraye ser zarava kurmancî
* Wezîrê sporê u genca li kabîna pêncem