Nivîsar

Îro Sudana Başûr sibe Kurdistan

Carna li cîhanê hinek bûyer çêdibin ku ji mirov û ji welatê mirov re dikare bibe wek mînaqek baş. Bûyera Başûrê Sudanê jî ji bo kurd û Kurdistanê ev e. Sudan bi xwe welatek paşketiye lê Sudana Başûr jî gelek paşketiye. Îro Sudana Başûr bû dewletek serbixwe û cîhanê ew naskir. Li gora helwesta cîhanê dixweyê dê çend salek din Sudana Başûr ji paşketinê xwe bişû û bibe welatek halxweş di herêma xwe de.

Mirov nikare bêje ku serxwebûn çikasî mafê welatekî ye yan na, lê di cîhanê de dixweyê tu welatekî wek Kurdistanê serxwebûna xwe heq nekiriye. Lê mixabin rewşa Kurdistanê ji aliyê me hemiyan ve tê zanîn. Tenê Kurdistana Başûr ji bo hemû kurdan bûye cihê heviyekî û bû sedemek bingehîn ku hêviyên me ji bo dewletek serbixwe xort bibe û di rastiyê de jî proses ber bi vê yekê ve diçe.

Dema serhildana xelkê li Tunus destpêkirî û li welatên din yên Ereban belav bû. Gelek ji kurdan jî ev yek ji xwe re wek mînak girtin û hinek partiyên siyasî di daxuyaniyên xwe de dan kifşkirin ku divê li Kurdistanê jî ev serhildanên xelkê destpêbikin. Heta li Silêmaniyê prova vê yekê jî kirin.

Niha tu rewşek ku tevgera kurd yan jî neveroka daxwaziyên kurdan û bûyerên li welatên Ereban çêbûyin girê bide tuneye. Lê cardin hinek ji kurdan ew wek mînak dan nîşandan û xwe lepidandin. Bê goman deme em behsa welatên Ereban dikin rewşa Sûrî cudaye ji ber ku beşek yê Kurdistanê di bin desthilatdariya rejima Surî de ye.

Ji bo Kurdistanê eger di herêmê de yan jî di cîhana îro de mînakek hebê divê Sudan be û ne welatên Ereban bin. Li Kurdistana Başûr xwepêşandanan bi şîara pişgiriya bûyerên Tunus û Misrê destpê kir. Li Bakurê Kurdistanê berpirsên PKK-ê daxuyanî dan û gotin “ Eger daxwaziyên me pêkneyên emê Diyarbekir bikin weke meydana Tehriri li Misrê“ Lê kesekî negot emê Kurdistanê bikin weke Sudana Başûr. Bûyera Sudana Başûr dilê welatên rojhilata navîn yên ku Kurdistan dabeş kirine qetand, tirsek mezin kir di dilê wan de. Lê Kurd bi xwe ne li wê derê bûn.

Serokê Kurdistanê di axavtinek ya xwe de, bal kişand li ser rewşa Sudana Başûr. Wek din piranî pirsa  serhildanên gelêrî li welatên Ereban ji pirsa Sudanê gelektir ket rojeva tevgera kurd û gelektir jî hate gengeşe kirin. Lê ji kurdan re rewşa Sudana Başûr gelek girîngtire û armanca kurdan jî ewe ku, ji rojek ji rojan wek Sudana Başûr bibin xwedî statuyekî.

Îro pêşketinên li Başûrê Kurdistanê li gel Sudana Başûr nayê mukayesekirin. Ji ber ku Kurdistan gelekî pêşdetire. Heta aliyên civakî ve rewşa beşên din yên Kurdistanê jî ji sudana Başûr baştire.

Lê îro Sudana Başûr dewletek serbixweye û cihê xwe di qada nabnetewî de girt.

Sudana Başûr –  Dewleta Herî Nû ya Cîhanê

Nîfûsa Giştî: 8.26 mîlyon

Berfirehîya axa wê: 644,329 sq. km

Paytaxta wê: Juba

Zêdeyî % 51 nîfûsa wê ji 18 salî biçûktir e

% 72 nîfûsa wê ji 30 salî biçûktir e

% 83 nîfûsa wê ji li gundan dijîn

% 27 nîfûsa kesên geheştî xwendin û nivîsînê zanin

% 51 nîfûsa wê ji di birçîbûn û xizanîyê de dijîn

% 78 malbatan dabara xwe çandinî  û xwedîkirina lawiran peyda dikin

% 55 nîfûsa wê ji xwedîyê ava paqij ya vexwarînê ye.

Sudana Başûr bû dewleta serbixwe ya 201. Di cîhanê de.

Bi kurtî nabê ku bûyerên li welatên Ereban dibe bibe mînak ji bo tevgera kurd. Eger mînakek berbiçav hebê bila Sudana Başûr be.

12.07.2011

Dara Bilek

Back to top button