Polîtîk

Altan ji bo nivîsek xwe hate darizandin

Berpirs û nivîskarê rojnama Tarafê Ahmet Altan di derbarê nivîsek ya xwe de çû dadgehê û îfade da. Altan di rojnama Tarafê de nivîsek bi navê “ Zana û Serxwebûn“ nivîsandibû. Dozerek li Stanbulê di derbarê Altan de ji bo vê nivîsê lêpirsîn kir û herweha di vê çerçovê de êfada Altan hate girtin. Dozer digot ku, Altan di vê nivîsa xwe de propaganda “rêxistina terorist“ kiriye.

Dema Ahmet Altan ji dadgehê derket daxuyaniyek da rojnemevana û got: Min di nivîsa xwe de propagandeya kesekî nekiriye.Min behsa kesek ku bi rêyên qanunî bûye parlementer kiriye û dîtinên xwe nivîsiye û ez bi xwe tê negihatim ji bo çi di derbarê min de li ser vê nivîsê lêpirsîn kirine.

Back to top button