Civak

Gotûbêjên dirûstkirina deriyekî nû ligel Tirkiyê dest pê kirin

Li gora nûçeya di Rûdawê de hatî belavkirin,  bi mebesta girîngîpêdana rewşa sînor û deriyên bazirganî û aborî di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de, ji doh ve civînek li rojavayê navçeya ser sînorê Îbrahîm Xelîl-Herêma Kurdistanê di navbera aliyên peywendîdar ên Kurdistan, İraq û Tirkiyê de tê encam dan û civîn îro jî berdewam dibe.

Li gor daxwiyaniya Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê, ev civîna han zêdetir bi mebesta lêkolîn û çawahiya cîbicîhkirina çêkirina deriyê sînor ê dûyem, ku deriyekî hevkar be bo zêdetir veguhestina bazirganî û aborî li navçeya Şînavê ya navbera Kurdistan û Tirkiyê li Îbrahîm Xelîl û vekirina deriyê sêyem jî li navçeya Qerewle û Oveko dibe.

Beşeke din a wê daxwiyaniya Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê amaje bi çêkirina pireke nû li Xabûr dide bo kêmkirina tevger û qerebalixiyê li wê navçeyê, da bazirgan û karsaz bikaribin bi sîstemeke pêşketî karên xwe bikin.

Back to top button