Polîtîk

Civîna Ak Parti û BDP-ê

Di çavderiya serokê parlementoyê de şanda BDP-ê û Ak Partiyê li hev civiyan.

Piştî civînê serokê guruba BDP Selehatin Demirtaş daxuyaniyek da û got:Hin pêşniyarên me hebûn û hinek pêşniyarên Ak partiyê jî hebûn. Eme di nav xwe de nirxandina bikin. Daxwaziya me ewe ku em cardin bikaribin li hev bicivin û çareseriyekî pêyda bikin.

Demirtaş berdewambûna axavtina xwe de got ku, keşeyên herî mezin li dayîn stadinê û diyaloge tê çareserkirin. Ez bawerim krîza ku niha heyî bi têgihandina hevudin tê çareserkirin.

Serokê guruba Ak Partiyê Nurettin Canikli jî daxuyaniyek da û got: Hevditinek baş çêbû. Me pêşniyarên xwe ji bo hev gotin. Ez hêvî dikim em sibehê cardin civînekî din bikin û çareseriyekî bibînin.

Back to top button