Civak

Rewşa nexweşiya Demirbaş dîsa giranbûye

Di vê dema ku dîsa nexweşiya şaredarê Sur a Diyarbakir lê zor kiriye serdana mêvan û serdanvanên wî jî zêde bûne. Serdan hem bi armanca ku ji Demirbaş re bêjin derbasî be, hem jî ji bo ku biryara qedexeya derketina Demirbaş a derveyî welat şermezar bikin .

Bi vê armancê serokê giştî yê HAKPAR’ê Bayram Bozyel jî hate serdana Demirbaş  ê ku di doza KCK’ê de hate girtin lê ji ber rewşa tenduristiyê hate berdan û li gel ku dikare li Amerîka, Belçîka û Swêdê bê dermankirin jî destûra derketina derveyî welat nîne û ji ber vê yekê jî nikare biçe tedawî bibe.

Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş ê ku beriya demeke ji doza KCK’ê hatibû girtin û ji ber ku nexweşbû hate berdan ji ber nexweşiya xwe bi mirinê re rû bi rû ye. Serokê giştî yê HAKPAR’ê Bayram Bozyel çû serdana Demirbaş û piştgiriya xwe pê re destnîşan kir.

Demirtaş derbarê nexweşiya xwe de agahî da Bozyel û got ku nexweşiya wî genetîk e. Demirbaş diyar kir ku ji ber nexweşiyê di laşê wî de birîn derdikevin, tedawiya nexweşiya wî li Amerîka, Belçîka û Swêde heye lê ji ber qedexeyê nikare biçe xwe tedawî bike.

Beriya niha jî Demirbaş di hevpeyvîneke xwe de bang li rayedarên dewletê kiribû û gotibû ku biryara qedexeya derketina wî ya derveyî welat tê wateya biryara terikandina wî ya bi mirinê re. Ev nexweşî li vir baş nayê dermankirin û imkan hene ku li dertveyî welat bê dermankirin û başkirin lê ji ber biryara dadgehê ya qedexeya derveytî welat ew nikare biçe derve û xwe derman bike. (EuroKurd News)

 

Back to top button