Polîtîk

Kurdistanîyên Cîhanê , Li Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê Xwedî Derkevin

Di demeke ku li Enqereya Tirkîyê ji 100î zêdetir welatperwer û pêşverûyên Kurdistanê û Tirkîyê têne qetilkirin, bi sedan kes jî têne birîndar kirin; mixabin li Başûrê Kurdistanê jî bi şewitandina avahîyên partîyan û bi xwepêşandanên ku li ser şîdetê dimeşin Dewleta me ya Federe birîndar dibe.Îro ji alîyêkî ve dijminên Kurdistanê bi destê DAIŞa terorîst ya hov dixwazin li başûr û rojavayê welatê me destkeftiyên me ji holê rakin, ji alîyekî ve jî Hikûmeta Bexdayê û piştgirên wê bi qeyran û ablûkaya aborî ve bûne DAIŞeke aborî . Û ji aliyekî din ve jî dijminên Kurdistanê jibo Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê birîndar bikin, jibo rê li ber pêşveçûna wê bigirin, siyaset, dîplomasî û sitratejîyên kûr dihûnin.Ew dijminên Kurdistanê yên ku dixwazin rê li ber serxwebûna Başûrê Kurdistanê bigirin îro, bi leyîstekên xwe yên qirêj, dixwazin li Başûrê Kurdistanê careke din rê ji şerê birakujiyê re vekin.Em bangî hemû partîyên Başûrê Kurdistanê dikin. Hişyar bin. Dijminên gelên Kurdistanê dixwazin hêvîya hemû Kurdistanîyên cîhanê bişkînin, dixwazin Kurdistanê xera bikin. Bila kes neyê vê leyîstikê. Pirsgirêkên aborî, civakî, siyasî yên Başûrê Kurdistanê , helbete ku divê bêne çareser kirin; ev daxwazeke însanî û meşrû ye. Lê nabe ku ev daxwaz û xwepêşndan bibin sebebê şikandin, birîndar kirin û têkbirina Dewleta Federe ya Kurdistanê.Bila tu kes li ser hesabê berjewendîyên partîtîyê, rê ji birîndarkirina Dewleta Me re xweş neke.Gelê me yê Başûrê Kurdistanê divê hişyar be ku, mafê wan yê protestoya demokratîk divê nebe sebebê rûxandin û têkçûna Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê. Divê gelê me neyê leyîstikên dijminên Kurdistanê.Îro li Başûrê Kurdistanê Parlamentoyek, Hikûmetek û Serokatîyek he ye. Hikûmeta Kurdistanê hikûmeteke ku hema hema ji temama partîyên li parlemantoyê ne pêk hatîye. Berpirsiyarê hemû xweşî û nexweşîyan hemû partîyên ku di Hikûmetê de nin.Nabe ku yek partî wek berpirsyar bê dîtin û êrîş lê bikirin.Gelên Kurdistanê, bi pêşmergeyên xwe yên qehreman û bi hemû civata xwe ve berxwedan, fedekarî û bedeleke mezin nîşan daye, nîşan dide. Divê Parlamento û Hikûmeta Kurdistanê, Serokatîya Herêma Kurdistanê bi hemû îmkanên xwe ve, pirsgirêkên gelê Kurdistanê çareser bikin. Jibo vê divê bernameyên taybet çêbikin. Divê li gorî îmkanên heyî û bêyî ku zerarê bide hebûna Dewleta Federe ya Kurdistanê, çaksaziyeke berfireh û Kurdistanî, di aborî, siyaset, perwerde, leşkerî û birevebirina Dewletê de bê destpê kirin.Divê hêzên asayişa Kurdistanê li hember xwepêşanderan şîdetê bikar neynin, hesas bin. Lê divê rê nedin şewitandin û xerakirinan jî.Gelên Kurdistanê divê bizanibe ku, reaksîyona demokratîk û şewitandina avahîyên partîyan du tiştên li ziddî hev in. Şewitandina avahîyên partîyan, dezgehên sivîl û çapemenîyê , şewitandina azadîyê, şewitandina demokrasîyê ye.Divê Komîteyeke Taybet ya bêalî , jibo lêkolîn kirina van bûyerên vê dawîyê bêdamezrandin û yên ku qanûn binpê kirine, bêne darezandin.Li Bakurê Kurdistanê Dewleta dagirker her roj bi dehan însanên me dikuje.Li Rojhilatê Kurdistanê rejîma Îranê gêncên me îdam dike.Li Rojavayê Kurdistanê DAIŞ û dijminên Kurdistanê bi qetlîam û êrîşên xwe ve dixwazin berxwedana gelê me bişkînin.Di demeke weha hesas de, Dewleta Başûrê Kurdistanê hêvî û sitargeha me hemû Kurdistanîyan e.Divê hemû Kurdistanîyên cîhanê bi dengêkî bilind, piştgirîya Dewleta xwe ya li Başûrê Kurdistanê bikin.Divê em rê nedin planên dijminên Kurdistanê.Divê em kêfa dijminan li xwe neynin.Divê hemû partîyên Başûrê Kurdistanê bi rêyên guftûgo, dîyalog û rêz girtinê hemû pirsgirêkên Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê çareser bikin.Divê Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî wek her caran, bi helwesta xwe ya Kurdistanî, bangî hemû alîyan bike û jibo çareserîya pirsgirêkan rêyên maqûl peyda bikin.Em careke din bangî hemû partî û alîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin ku, di vê pêvajoya hesas de, em dibêjin bi mutabakata hemû alîyan, divê rêzdar Mesûd Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê heta 2 salên din jî wazîfeya xwe bidomîne. Ev dê di berjewendîya gelê me de be. Pirsgirêka ‘’sîstema serokatîyê’’ an ‘’sîstema parlamenterîyê’’ jî, divê bi mutabaqateka hevbeş an jî bi raya gelên Kurdistanê bê çareser kirin. 13.10.2015Bijî Dewlet Federe ya Başûrê KurdistanêBijî Meşa Serxwebûna Başûrê KurdistanêBimre Dijminên KurdistanêBijî Kurd û KurdistanBuroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Back to top button