Cîhan

Amerîka ji ber rewşa başûrê Kudistanê dilgiran e

Konsulê giştiyê Amerîkayê li başûrê Kurdistanê serdana ofîsa têkeliyên derve ya Patiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û digel berpirsê têkeliyên derve yê PDKê reşa aloza başûrê Kurdistanê gotûbêj kir.Di civînê de ku, îro roja 13.10.2015ê li bajarê Hewlêrê bi rêve çû, serkonsulê Amerîkayê Metayes Mîtman sersaxî li PDKê kir jiber şehîdbûna kadiroyên wê di aloziyên van rojên başûrê Kurdistanê de û got ku, çênabe rê bê dan destên derve tedexulê di karûbarên herêma Kurdistanê de bikin.Konsulê Amerîkayê got ku ew hemû awayên bikaranîna şidetê û têkdan û şewitanina baregayên saziyan ku dibe sedema têkdana aramî û emniyeta herêma Kurdistanê şermezar dikin û tekîd li ser diyaloga navebra aliyên kurdistanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan kir.Hêmin Hewramî berpirsê têkeliyênderve yê PDKê ji serkonsulê Amerîkayê re got ku, ew alozî û têkdananên van roja li wîlayeta Silêmaniyê qewimîn karê grûpeke taybet bû û wê grûpê xwepêşandanên medenî û demokrasî ber bi aqarek din birin êrîşî baregayên PDKê kirin û di encam de du kadiroyên PDKê şehîd bûn, bi dehan birîndar bûn û şeş baregayên Partiyê jî hatin şewitandin û talankirin.Hewramî got ku, piştî Goranê di warê hukimdariyê û dijatîkirina Partiyê bi rêya kodetaya demokarasî de şikestin xwarî, ew lîstik bi meydana cemawerî û hemû armanca wê jî lêdana Partiyê ye

Back to top button