CîhanCivak

Kurdistanê û Rosneft a Rûsî peymanek îmze kirin.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê , Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şirketa Rosneft a Rûsî ji bo avakirina xeta borî ya  xaza siruştî peyman îmze kirin.Şirketa Rosneftê ji bo kişandina xeta boriya gaza siruştî ya Kurdistanê bo Tirkiyê, milyarek dolar veqetandiye. Li gorî agahiyan ev xeta boriyê dê salê 30 milyar metrokup gaza siruştî veguheze.Tê pêşbînîkirin ku xeta boriya gaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê hetanî saşa 2019an temam bibe û sala 2020ê jî gaz di xetê de tê rêkirinRosneftê di vê derbarê de daxûyaniyek da û dibêje;Di vê debarê de bepirsên Şirketa petrolê ji bo xeta borî ya xaza siruştî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevdîtinan dike û derbarê vê projeyê de hetanî dawiya salê dê peymanek were îmzekirin.Li gorî daxuyaniya şirketê, xeta boriya xaza siruştî ku li Herêma Kurdistanê tê avakirin ji xeyrî santralên elektrîkê yên herêmê û febrîqeyan dê ji bo sewkiyata bazara Tirkiye û Ewropayê jî derfetekî baş bide. 

Back to top button