Polîtîk

Ji YNKê cuda bû û navê partiya xwe eşkere kir

Berhem Salih bi ji partiya xwe îstîfa kir û patiyek nû damezrand û navê partiya xwe li cem komisyona hilbijartinan qeyd kir ku dê di hilbijartinên bên de yên başûrê Kurdistanê de beşdar be.Berhem Salih cîgirê berê yê sekreterê giştiyê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) rêxistinek nû bi navê Hevpeymaniya ji bo demokarsî û dadperweriyê damezran dû duh bi awayekî fermî îlan kir û dê dihilbijaritnên bên yên başûrê Kurdistanê weke rêxistinek serbixwe beşdariyê bike.Giraniya vê rêxistina nû dê li wîlayeta Silêmaniyê be û çavdêrên siyasê diyar dikin ku dê tesîrê li ser dengên YNK û Goranê dike, lê berpirsekê goranê dibêje ku rêxistina Berhem Salih avakiriye bandorê li ser kêmkirina dengên Tevgera Goranê li wîlayeta Silêmaniyê nake.Nûnerê Berhem Salih dibêje ku ew şaşiya Newşêrwan Mistefa kirî ku dijatiya hindek partiyên Kurdistanê dikir, Berhem Salih wê şaşiyê nake û dijatiya tu rêxistin û partiyên kurdistanî nake

Back to top button