Polîtîk

Tirkiye li devera Xabûr manewrayek leşkerî dike

Tirkiye li ser sinorê Kurdistana Başûr li devera Silopî dest manewrayek eskeri kir. Îro sererkaniya Tirkiye da xûyakirin ku , li devera xabûrê li ser sinor manewrayek leşkerî li dartêxin û li dijê terorê çalakiyan pêktînin.Tirkiye dibêje ku ev çalaki di çerçova şerê li dijê terorê de ye. Lê gelek rojname û niviskarên Tirkiye nirxandina dikin ku, piştî daxûyaniyên Erdogan di derbarê referandumê de dayin Tirkiye biryarek bi vê awayî girtiye.Herweha nûçeyên ku di medya Tirkî de derdikevin behsa çek kirina beşek ji Turkmenan jî dikin.Erdogan di daxûyaniya xwe de gotibû. Civina me ya konseta ewlekariyê 27ê mehê de ye. Lê ji bo bûyerên li Bakurê Iraqê çêdibin me civên pêşxist û di 22ê Îlonê de civina çêbibe, eger axa Iraqê parçe bibe em bê deng namînin.

Back to top button