Polîtîk

Referandum di dema xwe de çêdibe

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanidi derbarê serdana nûnerê serokê Amerika yê şerê li dijê DAÎŞê Brett McGurk de axivî û diyar kir ku serdana McGurk ,helwesta serkirdetiya Herêma Kurdistanê di derbarê referandumê de ne guhertiye.Nêçîrvan Barzanî hevpeyvînekî li gel kanala televizyona Russia Today kir û  ragihand ku helwesta Amerîka berî serdana McGurk zelal bû û rêveberiya Herêma Kurdistanê li ser encamdana referandûmê di dema destnîşankirî bi biryar in.Serokwezîrê  Kurdistanê tekez kir ku biryara Parlamentoya Iraqê bandorê li ser pevajoya encamdana referandomê nake û got: “Destnîşankirina sînorên Kurdistanê wê bi riya diyalogeke ciddî be ku piştî encamdana referandûmê em ê ligel Bexdayê gotûbêj bikin.”Herweha Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku heya niha civaka navdewletî bersiva pirsên wan nedaye û bedîlekî baş pêşkêş nekiriye ku gelê Kurdistanê pê qayil bibe.

Back to top button