Polîtîk

Kurdistanê biryar da danustandinan de berdewam bê

Daxuyaniya civîna Serokayetiyên Herêma Kurdistanê û serkirdayetiyên aliyên siyasî

Îro dûşem 24/02/2020 bi Serokayetiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna birêzan Seroka Parlemena Kurdistanê û Serok Wezîrên Herêma Kurdistanê û serkirdeyên aliyên siyasiyên serekî, bi beşdariya şanda danustankarê Herêma Kurdistanê ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federaliya Iraqê, civînek encam dan.

Civîn taybet bû bi xistinerûya derencamên serdana şanda aliyên Kurdistanî yên li Bexda û guftûgo û civînên li gel aliyên siyasiyên Iraqî û birêz Mihemed Ellawî raspardiyê pêkanîna Hikûmeta nû.

Piştî guftûgo û nirxandina encama serdana şandê, ya ji bo bo peydakirina çareseriyek ji bo rewşa niha ya Iraqê û beşdariyekî çalak ya li çareserkirina kêşeyan, civîn gihîşte van encamên xwarê:

1- Kar ji bo pêkanîna hikûmetek dikîn ku şiyana wî ya çareserkirina kêşeyên niha ya Iraqê hebê û kareke ciddî ji bo vegerandina aramiyê ji bo Iraqê û amadekariyê ji bo hilbijartina pêşwext bike û cihê baweriya hemû pêkhatên gelê Iraqê bê.

2- Ew hengavên heta niha ji aliyê birêz Ellawî ve hatine avêtin ji bo gelek aliyan û pêkhatên gelê Iraqê cihê piştrastbûn û baweriyê nîne. Ji bo wê yekê daxwaz dikîn ku pêwîste pêdaçûnê bi şêwaza kar û bernameya xwe da bike bi cûreyek ku hikûmeta bê daxwaza hemû pêkhatên Iraqê pêkbîne.

3- Dakokî û pêdagiriyê li ser parastina qewareya destûriya Herêma Kurdistanê û desteberkirina hemû mafên destûriyên Herêm û navçeyên kêşe li seran dikîn. Pêkhatên Kurdistanê û sazî û damezraweyên fermî yên Herêma Kurdistanê, tenê aliyên şer`î yê biryarderêne li destnîşankirina Nûnerên Herêma Kurdistanê li Hikûmeta Federalî ya li ser bingeha hevbeş ya rastîna niştimanî û hevsengî û sazanê.

4- Niha Iraq rûbirûyê gefeke mezinê navxweyî û derekî bûye û bi werçerxanekî metirsîdarê dîrokî da derbas dibe. Ji bo wê yekê daxwaz dikîn ku pêwîste serkirdeyên siyasiyên Iraqê li ser masaya guftûgoyê rûnin û bigihin biryarekî yekgirtiya niştimanî.

5- Bi navê pêkanîna van armancan da, şanda Herêma Kurdistan li gel aliyên siyasiyên dinê Iraqê, li guftûgo û raguherînê de berdewam dibe.

 

Back to top button